Şoreşa Îlonê bi navê Barzanî bû nasnama netewî

Di dîroka tevgera siyasî ya Kurdistanê de gelek bûyer, şer, serhildan û berxwedanên mezin çêbûne. Her bûyerek bi awayekî tevgera azadixwaza kurd ber bi konaxekî ve biriye û di dîroka siyasî ya Kurdistanê de cihê her bûyerekî bi taybetî heye.

Şoreşa Îlonê ji naveroka xwe û taybetmendiya xwe ji hemû şoreş, serhildan û ji berxwedanên Kurdistanê cudaye. Gelek taybetmendiyên xwe hene û dema şoreşa Îlonê bête nirxandin divê ev taybetmendiyên vê şoreşê bêne dîtin. Bê goman dê dîrokzan gelek berfirehî  vê şoreşê jî binirxînin  û bidin berçavê raya giştî ya cîhanî û Kurdistanî.

Şoreşa Îlonê gelek caran ji aliyê rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurdan ve jî hatiye şirovekirin. Lê mixabin şiroveyên piştî sala 1975-ê çêbûyîn piraniya wan ji rastiya tevgera siyasiya kurd dûr e, piraniya wan nirxandinan bi çavek îdeolojîk hatiye kirin û ev yek bûye sedemek bingehîn ku rastiya Şoreşa Îlonê bi awayê pêwîst nehatiye zanîn.

Piraniya caran demê kesên siyasî bûyerekî dinirxînin  îdeolojiya xwe ji nirxandin û şirovekirinê re dikin zemîn û herweha li gora pêvajoya ku lê dijîn bûyerê li ser zemînê bîr û baweriya xwe dinirxînin. Ev yek dibe sedemek bingehîn ku ev nirxandin ji rastiyê dûr dikevin .

Gelek cara ev tişt di nirxandina şoreşa Îlonê û serokê wê Barzaniyê nemir de derdikeve hole. Nirxandin û şiroveyên li ser Barzaniyê nemir û Şoreşa Îlonê hatîn kirin , mirov dikare di sê qunaxên cuda de bibîne.

Qonaxa yekem, hinek desttêkdanên di nav şorêşê de çêbûyîn, û di encama vê têkdanê de kesên ji refên Şoreşê cuda bûyin û destpêkirin Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê li gora bejewendiyên xwe rexne kirin. Wan xwe wek ronakbîr û bi awayekî çep didan nasandin. Lê cihê wan bû hevaltiya rejimê û ew ji aliyê piraniya kurdanve bi refên dijminde dihatin dîtin. Tu bandora wan di nav gel de çênebû.

Qonaqxa duyem ji sala 1975-ê, yanî dema têkçûna Şoreşa Îlonê ye. Qonaxa sêyem jî ji sala 1991-ê piştî raperîna li Kurdistana Başûr û heta îro ye.
Dema lêkolînek li ser nirxandin û şiroveyên di van hersê qonaxan de bête kirin , wê gelek vekirî kesayet û awayê nirxandina siyasetmedar û rewşenbîrên kurd di vê derbarê de bi zelalî bête dîtin.

Ez di vê nivîsa xwe de li ser dîroka siyaseta tevgera kurd ji berî destpêka Şoreşa Îlonê nasekinim. Herweha behsa van hersê qonaxa jî nakim. Tenê ezê hewlbidim ku behsa hinek taybetmendiyên vê şoreşê û destkeftiyên Şoreşa Îlonê ku heta îro hatine bikim.

Şoreşa Îlonê di sala 1961-ê di pêşkêşiya Partiya Demokra a Kurdistanê û serokatiya rêberê neteweyê kurd Barzaniyê nemir de destpê kir.
Bê goman dîrokek dûr û dirêj li pişta Şoreşa Îlonê heye. Lê mirov dikare bêje ku, destpêkirina Şoreşê roja 11-ê  Îlona 1961-ê bû destpêka vejandina hestên netewî yên neteweya Kurd.

Şoreşa Îlonê yeketitek netewî peyda kir.

Taybetmendiya herî mezin ya Şoreşa Îlona pîroz ew bû ku, yekitiya neteweyî ya kurd û Kurdistanî pêkanî. Pirsa yekitiyê di dîroka siyasî ya tevgera azadixwaz a Kurdistanê de bûye pirsek ji pirsa herî sereke û heta roja me jî ev pirs berdewam e.

 Lê Şoreşa Îlonê di rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokatiya Barzaniyê nemir de yekitiya Kurdistanî jî pêkanî bû. Li herçar beşên Kurdistanê û di nav hemû kurdên li cîhanê, pêşgiriyek mezin ji bo şoreşê hebû û gelek beşên din kurdan bi aktîf di nav refên şoreşê de cih girtin û mil bi mile birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê pêşgmergetî kirin, şehîd bûn birîndar bûn û bibûn beşek ji şoreşe. Heta wek îro jî mirov li Kurdistana Başûr şûnwara kurdên ji beşên din yên ji Şoreşa Îlonê hatî dibîne.

Başe di qonaxek welê taybet de pêkanîna yekitiya Kurdên her çar parçan û yên li cîhanê hesanîbû? Nexêr   ne hesanîbû lê zanyariya Barzanî, kesayet û siyaseta ku rêve dibira karî vê yekitiyê pêk bîne. Ji bo vê yekê jî Şoreşa Îlona Mezin  şoreşa neteweyê kurd bi tevahî bû. Ji xwe hukumetên her çar welatên ku Kurdistan dager kirine li dijê Şoreşa Îlonê hem siyasî û hem jî di ware leşkerî de hevkarîya hev kirine û paktên hevbeş  ava kirine.

Serkeftina Leşkerî:

Wek tê zanîn salên 60-î li welatên Amerîka Latînî û Afrîkayê şerê axadixwaziyê de rêxistinên leşkerî yên “Gerila“ pêkhatin.  Gerila bo wek modelek ya şervaniyê û awayek ya rêxistina leşkerî di van welatan de. Ev yek bû wek modelek ya şerê azadîxwaziyê di cîhanê de jî. Barzaniyê nemir demek dirêj li nawenda welatên Sosyalîst li Yekitiya Sovyeta mabû. Sosyalizm û rewşa tevgerên azadîxwaz baş şirove kirî bû.

Zanyariya Barzanî ya leşkerî hişt ku, ew hêzên Pêşmerge li gora mercên taybet yên Kurdistanê rêxistin bike. Awayê rêxistina hêzên pêşmerge, şeklê hunandina xwe ya leşkerî ji rastiya  mercên Kurdistanê girt û ev yek jî bû sedemek mezin yên serkeftinên leşkerî.

Di pêvajoya şoreşa Îlonê de gelek şerên mezin çêbûne, lê tu cara pêşmerge  di warê leşkerî de winda nekiriye û her tim li himber dijmin serkeftin bi dest ve anîne.

Çekê herî mezinê yê Şoreşê ew bû ku bi zanebûn li gora imkanên  xwe pêşmerge hatine perwerdekirin ku, bikaribin bi hêza kêm li hember hêza mezina dijminan rawestin.

Rêbaza Partiya Demokrat a Kurdistanê:

Rêbaza partiya Demokrat a Kurdistanê di serokatiya Barzanî de, rêbazek bû ku rastiya xwe, siyaseta xwe û herweha îdeolojiya  xwe ya taybet ji rastiya civakî ya Kurdistanê standi bû. Tu cara mirov nikariya bêje ku PDK di serokatiya Barzaniyê nemir bi grubek îdeolojîk ve girêdaye, yan jî bêje ku ev partî di bin bandora filan îdeolojîyê de ye. PDK di serokatiya Mustafa Barzanî de partiyek Kurdistanî bû. Hemî beşên civatê û hemû kêm netewe û olên li Kurdistanê di partiyê de cih girtîbûn. PDK partiyek gelêrî bû.

Dema mirov berê xwe dide siyaseta ku serokatiya partiyê di pêvajoya şoreş a Îlonê de rêve birî siyasetek bû ku, li gora berjewendiyên neteweyî dihat rêve birin. Tu cara berjewendiyên Kurdistanî nekirin qurbana berjewendiyên tu aliyekî yan jî îdeolojiyekî.

Jiyana civata kurd, nirxên civakî û rastiya Kurdistanê bibû bingeh ji siyaset û bîr û baweriyên PDK-ê re. Eger  îro bi awayek zanyarî lêkolîn li ser siyaset û rêbaza PDK-ê di wê qonaxê de bête kirin, ez bawerim ku, wê PDK di vê prosesê de jî siyasetek  serkeftîtir rêve bibe.

Ji berî her kesekî baweriya Barzanî li xelkê hebû. Barzanî ev baweriya xwe rojane di her minasebetekî de dida nîşandin û xelk jî vê şoreşê xwedî derketin.

Şoreşa Îlonê di demekî de destpêkir ku, bîr û baweriyên neteweyî di nav kurdan de gelek qels bibûn, hêviyên xelkê li hemî beşên Kurdistanê şkestîbûn.

Piştî têkçûna serhildanên Bakurê Kurdistanê û hovitiya dewleta Tirkan, piştî  ruxandina Komara Kurdistanê a Mahabatê û çûyîna Barzanî ya Sovyetê, hêviyên kurdan nemabûn û rewşa kurda gelek xirab bû. Kurd bi giranî birîndar bûn û herweha di warê siyasî de bê dengiyek mezin hebû.

 Lê vegera Barzaniyê nemir ji Sovyetê û destpêkirina Şoreşa Îlonê sala 1961-ê, bû sedemê vejandina hestên netewî û ew baweriyên çilmisîn cardin bi xortî  heşîn bûn û ew axa mirî yek carî li ser kurda rabû.

Şoreşa Îlonê û navê Barzanî bû nasnama neteweyê kurd. Li cîhanê hêdî kurd bi vî navî hatin naskirin û ew bo sembola berxwedanê ji bo azadiya kurd û Kurdistanê.

Di tu qonaxên dîrokê de dijminên kurda tu carî nekarîne tevgerên kurda yên azadixwaz bi şer têk bibin. Her demî siyaseta parçebûnê bi karanîne û hinek kurd bi awayekî xapandine û anîne aliyên xwe herweha li dijê tevgera azadixwaz bi navê tevgera azadixwaz şer kirine.

Di demê Împaratoriya Osmaniyan de ji bo avakirina dewletek serbixwe Mîrê Bota dijê împaratoriyê dest şerek mezin kir û gelek  serkeftinên dîrokî destve anîn. Sinorên Mîratiyê heta devera Ormiyê berfireh kir. Osmaniyan bi tu awayî nekarîn serdestiyê bikin.  Dema tê gihan ku nikarin Mîrê Botan Bedirxan beg têk bibin, cardin dest siyaseta xwe ya qirêj kirin û di nava Mîratiyê de hevalbendên xwe peyda kirin û bi vî awayî serkeftin.

Em dibînin di pêvajoya berfirehbûna Şoreşa Îlonê de jî dijmin cardin ev yek kiriye. Lê hêzbûn û siyaseta Barzaniyê nemir rê neda ku ew bikaribin şoreşê têkbibin. Dawî dijmin mecbûr maye li gel Şoreşê  li hevwerê û mafên ku armanca Şoreşa Îlonê bûn bidin kurda.

Di encam de sala 1970-ê bi ragihandina Beyana 11-ê Adarê Şoreşa Îlonê gihat armanca xwe. Mixabin piştî çar sala hukumeta Iraqê cardin  peymana Adarê binpêkir û cardin şer di nav hêzên pêşmerge û hukumeta Iraqê de derket.

Mercên cîhanê yên siyasî hatibûn guhertin. Şoreşa Kurd bû beşek ya bazarên siyasî di navbera du hêzên cîhanî de. Di encam de sistema kapîtalist di serokatiya Amerîkayê de û sistema sosyalist di serokatiya Sovyetê de li gel dewletên herêmê li hevkirin û şoreşa kurda têk birin. Li hevhatina Cezayîr ya di navbera Îran û Iraqê de bi pişgiriya Amerîka û Sovyetê bû sedemek mezin ku, mercên kurda yên şer nemîne û kurd di vê derbarê de rasta nekseyekî mezin hatin.

Sala 1975-ê dema ku Barzaniyê nemir biryarda ku şer bisekinînin civînekî li gel fermandarê hêzên pêşmergeyan de axavtinek dîrokî dike. Barzanî dibêje: Îro mercên siyaseta cîhanê hatin guhertin, niha em şer bikin dê bi qehremanî hunê li berxwe bidin. Yên qehreman bêne kuştin kesên din dê teslîm bibin û hêviyên kurda bişkînin. Lê ev siyaset e di 6 mehan de salekî de tê guhertin. Em ji bo xwe ji şerek din re amade bikin îro ji dev şer berdidin.

Ev nirxandina Barzaniyê nemir li gora mercên wê qonaxê gelek di cih de bû. Rastiya wan gotinan di demek gelek kurt de hate îsbat kirin. Hêja  salek derbas nebûyî cardin dengê çekên peşmergeyên qehreman  26-ê Gulan a 1976-ê li çîyayên Kurdistanê hate seh kirin.  Ev pêvajo jî heta raperîna sala 1991-ê berdewam kir.

Destkeftiyên ku îro li Kurdistana Başûr heyîn encame Şoreşa Îlonêye. 26 Gulanê sala 1976-ê berdewambûna şoreşa Îlonê bû.

Divê pêvajoya Şoreşa Îlonê, bi awayek piralî û zanyarî(akademik) baş û  ji nûve bête nirxandin. Pêwiste ji destpêka Şoreşê heta  50 saliya bîranîna Şoreşê hemû, nirxandin, şirove, nivîs û axavtinên li ser şoreşa Îlonê hatin kirin bêne tomarkirin û lêkolînek berfireh li ser hemû aliyên vê şoreşê bête kirin. Da ku naverok û taybetmendiyên vê şoreşê û rayê hişyariya neteweyî bibe babetek dîrokî ji bo jîlên nû.

Bûyerên dîrokî divê gelek rasteqênî bighin civatê. Bûyer li gora bûyî li gora rastiya xwe tê nivîsandin. Dîrokzan û pisporên civatî bi belgeyan behsa van bûyeran dikin. Lê herkesek azade ku vê bûyerê li gora bîr û baweriyên xwe û  li gora têgihajtina xwe şirove bike.

11.09.2011
Dara Bilek

 

Têbineyek:

Di 50 saliya bîranîna Şoreşa Îlon a pîroz de, yanî “jubiluyama zêrîn “ de, li xaka Kurdistana azad a berhemê Şoreşa Îlonê de çi hate kirin.? Gelo wek pirsekî çelakiyên hatîn kirin ji bilî pîroz kirin û yad kirina Şoreşa Îlonê, li ser naveroka şoreşê ya siyasî û cihê şorêşa Îlonê di dîroka siyasî ya Kurdistanê de çi hate kirin.? Di vê  herkesek li gora xwe bersivekî ji van pirsan re bide.

Di 50 saliya salvegera Şoreşa Îlonê de, bi amade bûna serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li Zaxo û Akrê du civîn hatin darxistin. Serokê Kurdistanê di van civînan de axaftinên kirî behsa nirxên Şoreşa Îlonê û rewşa destkeftiyên kurdan li Kurdistana Azad kir. Li Zaxo di beşek axavtina xwe de serokê Kurdistanê got: Eger gencên me şoreşa Îlonê nasnekin ,nizanibin pêşmergeyên Şoreşa Îlonê kîne, ew di wek darek hişk bê berhem bin. Her bayek bê dikare wan ber xwe bibe  ji ber ku rayên wan ser erdêne…

Divê ev gotar û peyama serokê Kurdistanê baş bête fam kirin. 50 saliya salvegera Şoreşa Îlonê de, mirov hêviyê bû ku, di derbarê vê yekem şoreşa netewî de, di warên zanyarî û siyasî de hinek lêkolîn hebûna. Diviya li ser naveroka şoreşê bi amadebûna kurdên ji beşên cuda semîner bihatan kirin.

Kurtahî li Kurdistana Azad di salvegera 50 saliya Şoreş a Îlon a pîroz de, tiştên ku mirov li hêviyê bû, nehatin kirin. Ji bo pêkanîna çelakiyan tu organîzasyon birbiçav nexweya. Divê di vî warî de em hemî xwe berpirsiyar bibînin. Mixabin mirov hêviya gelek çelakîyên din bû.

Di vî warî de malpera Rojeva Kurd, bi hestek netewî li gora mecal û imkanên xwe di rûpelên xwe de heta radeyekî li ser naverok û nirxên Şoreşa Îlonê heftiyekî zêdetir weşan kir. Gelek kesayetên, siyasî di derbarê Şoreşa Îlonê de nirxandin kirin û ev nirxandinên wan hatin belav kirin. Herweha gelek nivîs û gotar di derbarê Şoreşa Îlonê de hatin weşandin.

Armanc ew bû ku hindik bê jî taybetî nivşên nû, genc di derbarê naveroka Şoreşa Îlonê de bibin xwedî agahdariyekî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: