Ji bo em sernekevin tu hêncet tune ye
Licneya Rêvebirinê ya Merkezî ya Partîya Sosyalîsta a Kurdistanê (PSK) di 31ê Tebaxa 2019an li Wanê civîya. Di civînê da biryar hat stendin ku daxwuyanîyalijêrêjiraya giştîrabêparvekirin.
Li çar parçeyê Kurdistanê, gelê me bûye armanca siyaseta dorpêçandin, tehda, çavtirsandin û êrişên fiili yên dewletên dagirker.
Ji kar durxistina şaredarên Diyarbekir, Mêrdin û Wanê ji aliyê hikumeta AKPê ve û tayin kirina kayyuman ji bo van bajaran berdewamiya siyaseta dewletê ya êrişker û çavtirsandin a dijê Kurd e.
Tayin kirina kayyuman jibo van sê bajarên Kurdan ne tenê derb kirina demokrasiye ye, di eynî wextê da xesp kirina îradeya gelê Kurd e ku dihilbijartinê da diyar bûye. Siyaseta tayin kirina kayyuman herweha nişana wê ye ku Kurd ji zemina legal, demokratik û meşru dur bikevin.
Hikumeta îro dema berê jî kayyum avêtibûn bi ser dehann şaredariyên Kurdan, lê di encamên hilbijartinên 31ê Adarê da eşkere bû, ku ev biryara otoriter bi kêrî tû kesî nehat.
Di roja îroyîn da tayin kirina kayyuman bo bajarên Kurdan, xeynê tune hesab kirina îradeya gel a demokratik, binpê kirina nirxên demokratik yên bingehîn û ji kur kirin aalozîya heyî bi kêrî tû kesê nayê.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, bangê hikumetê dikin ku van hewlên derê hikukê yê bêperwa biterikîne, biryara kayyuman paşve bikişîne û zeminek pêkbîne ku şaredarên ji kar hatine durxistin vegerin ser karê xwe.
Ji aliyê din tevî ku Rewşa Awerte (OHAL) ji holê rabûye, lê di pratikê da Rewşa Awerte bûye rewşa asayî û bi tundî berdewam e.
Gelek beşên civatê ji ber siyaset û gotarên dewletê yên tund û hişk nigeran in. Li Tirkiyê çapamenî di bin tehdayeke mezin da ye. Dengê mirovên xwedî fikir û helwestên cuda bi awayeke keyfî û bi cezayên ne hiquqî tên birin. Îqtîdar herkesê ku wek wî nafikirê bi “hevaletiya teröre” tawanbar dike, bi vê awayî mixalefetê bê îtibar û reş dike.
Helwesta dewletê ya di mesela Kurd da bi tevahî ji derê presibên huquqê û standardên demokrasiyê ye.
Doza girtinê ya derbarêpartîya me PSKê û derheqê çar partiyên bi navê Kurdistanê nimuneyeke zelal e jibo tirs û nêrina dewletê a derbarê pirsa Kurd da.
Lê tiştek heye; Kurdistan rastiyeke tarixi, siyasî û erdnigarî ye ku bi tu awayî nayê inkar kirin. Kurdistan ew cî ye ku Kurd bi hezar salan e li ser dijîn, rih didinê, bi serpêhatîyên xwe yên jîyanê û têkoşînê wî zindî dihêlin. Kurdistan ew war e ku tê maneya welatê Kurdan.
Kurdistan bi qedexekirinê ji holê nayê rakirin. Rastiya Kurd û Kurdistanê bi siyaseta inkâr û zordariyê nayê tune kirin.
Rêvebirên Tirkiyê di vê hebaûna miletêKurd û mafên wî yên neteweyî qebul bikin û ji rastîya Kurdistanê ra rûbi rû bibin. Li Tirkiyê jî û li herêmê jî ava kirina aştî, demokrasi û aramîyê bi vîya ve girêdayî ye.
Tirkiye ne tenê li hindur, divê li herêmê bi giştî siyaseta xwe ya Kurd bigihurine, ew nêrîna ku Kurd ji dewletêra tehdid in biterikîne.
Eşkere ye ku Tirkiye ji ber siyaseta dijê Kurd li Suriyê asê bûye. Tirkiye herweha ji ber vê helwesta xwe di qada navdewletî da jî rastê gelek pirsgirekan dibe.
Divê daxwazên gelê Kurd yên maf û azadiyê ra rêz were girtin, piştgiriya Kurdan bê kirin da ku di Suriyeke nû da Kurd bibin xwediyê statuyek. Ger Tirkiye ciyê ku Kurdên derê sînorên xwe bo xwe xeter dibine,bi dostayî nêzigê wan bibe, ev tişt dikarê li Bakurê Kurdistanê pêşîya çareseriya siyasî û aştiyane vebike. Herweha dikare riya ava kirina demokrasiye xweş bike.
Partiya me operasyonên kuTirkiye bi navê “şerê dijê PKKê” li Herêma Kurdistanê dimeşine bi tûndî şermezar dike. Tirkiyê tenê qima xwe operasyonên eskerî nayine, di heman wextê da di herêmên qada operasyonan da baregahên leşkerî ava dike, bi gotineke din wan herêman dagir dike. Siyaseta dewletaTirk a bi vê awayî xesareke mezin dide Herêma Kurdistanê ku ji xwe rewş gelek hessas e û jibo destkeftiyên gelêKurd xeteran peyda dike.
Bi vê semedê em bangêTürkiyê dikin ku operasyon û hewlê dagir kirina Herêma Kurdistanê biterikîne. Pirsgirek ne li dere sînoran e. Divê Tirkiyê vegere nav sînorên xwe û di pirsa Kurd da li ser çareseriya aştiyane û diyalogê hûrbibe.
Yek ji tiştê eşkere jî ev e ku ew şerê ku PKK bi zorê dimeşîne emrê xwe ji zu ve xilas kiriye. Ev tişt ji aliyê Serokê vê partiyê ve jî gelek caran hat diyar kirin. PKK tenê bi şerê çekdarî li Tirkiyê qada xebata legal a gelê Kurd teng nake, di eynî wextê da Herêma Kurdistanê jî dike meydana şer. Tişteke zelal e ku ev helwesta PKKê xesarek mezin dide gelê Herêma Kurdistanê û ji bo statüya Kurd ya federe xeteran pêktîne.
Ji ber van semedan PKK divê şerê çekdarî, bi taybetî jî çalakiyên leşkeri yên li Herêma Kurdistanê bisekinîne, l iBakur firsendê bide daku pirsa Kurd bi riyên aştiyane safi bibe.
Em dizanin, azadî nayê dayîn, azadî bi têkoşînê destdikeve. Azadiya gelê me, di serî da li Bakurê Kurdistanê, li her parçeyê welatê me da, li ser bingeha nêrîna azadiya neteweyî, bi tifaqa herî fire ya hêzên neteweyîyên Kurd pêkan e.
Herweha hevkari û xebata bi gelên cîran ra, bi taybetî hevkariya bi hêzênTirkiyê yên aştixwaz, demokrasixwaz û azadîxwaz ra hewcedariyeke gelek giring e.
Em wek PSK bi awayeke xurt bawerî bi vê perspektîfa xebatê tînin û gelek bilind dinirxînin.
Ji bo em sernekevin tu hincet tune ye.
04.09.2019
Lijneya Rêvebiriyê a Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan


