Nivîsar

Armanca serdan HDPê ya Kurdistanê çîye ?

Li gora daxûyaniya HDPê heyetek a HDPê serdana Kurdistana Başûr dike. Heyeta HDPê di serokatiya hevserokê partiyê Sezaî Temellî de ji van kesan pêk tê. Hevserokê KCDê û parlamenterê Agirî Berdan Ozturk, Berdevka fraksiyona HDPê li parlamentoya Tirkiyê Fatma Kurtulan, Berdevka dîplomasiya komîsyona jinan a HDPê Feleknaz Uca, cîgirê hevserokê HDPê Nazmî Gur, Parlamenter Îmam Taşçier, li nûnertiya HDPê li herêm Kurdistanê Muzeyyen Guneş, berpirsê ofîsa HDPê li herêma Kurdistanê Abîd Îke.

Li gora daxûyaniya HDPê, heyeta wan bi armanca pîrozbahiya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, serdana serokatiya herêmê û serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Ev serdana HDPê balkêşe. Bê guman her aliyek kurd û Kurdistanê serdana başûrê Kurdistanê dike û li gel desthilata Kurdistanê û aliyên siyasî hevdîtina dikin. Lê dema HDP vê yekê bike balkêşe û gerek mirov behsa çend xala bike. Her aliyek siyasî dikare rexna li aliyên siyasî û desthilata başûrê Kurdistanê bike. Ev yek gelek normal e û divê bê kirin jî. Lê dema mirov dijminatiya başûrê Kurdistanê û destkeftiyên netewî li başûr bike û gelek minasebetan de heqaretê li rêvebirên Kurdistanê bike û wan heta radeyekî bi xiyanetê itham bike, wateya serdana wan jî tê guhertin û mirov bi awayek din li vê helwesta wan dinêre.

Kesên di heyeta HDPê de jî balkêşin. Temelî di demekî de daxûyaniyek di medya civakî de ragihand û heqaret li kesayeta serok Barzanî kir. Ev yek li bîra herkesekiye. Lê îro mirov bêje ku, hêzên siyasî serdana hev dikin û divê diyalog jî hebe. Ji bo çi roja Temellî heqaret serokê Barzanî kirî wan aliyan deng nekirin ?

Îmam Taşçier di konferansên rojnemevanî de , PDKê bi diktatorî itham dike û piştre wek tiştek nebûyî wesfê başûrê Kurdistanê dide.

Yanî bi kurt û kurmancî helwesta PKK/HDPê li himber başûrê Kurdistanê û taybetî li himber PDK gelek xirabe û wan bi xiyanetê itham dikin. Lê îro wek tiştek nebûyî serdana wan dikin..
Nabê navê her durûtiyekî bibe siyaset.

HDPê dema sundxwarina serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo rewrismê hatin vexwandin. Lê nehatin. Nehatina wan bi helwest bû. Lê îro dixwazin pîrozbahiya cenabê wî bikin.

Rastiyek heye mirov tu cara deriyên xwe li kesekî nagire, lê divê ewên wî deriyî re derbas bibin jî serê xwe bidin ber xwe û şermê ji xwe , daxûyanî û helwestên xwe bikin.
Dema mirov kesên di heyata HDPê de berçavre derbas dike, dixweyê ku ew bi daxwaziya Qendilê vê serdanê dikin. Ev jî balkêşiyek dine.

Nûçe/Analiz

Back to top button