Polîtîk

Mesrûr Barzanî û Generalê Hevpeymanan rewşa DAIŞê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê, general Paul LaCamera kir.

Roja3.9.2019 Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeke serbazî ya hêzên hevpeymanan bi serokatiya fermandeyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê, general Paul LaCamera kir.

Di hevdîtinê de, behsa rewşa ewlehiya Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin. General LaCamera behsa girîngiya hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî kir bo şerê li dijî DIAŞê.

Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya hevkariya hêzên hevpeymanan bi taybet Amerîka di şerê DAIŞê de kir û ragihand, ew tiştên ku bûne sebeba derketina DAIŞê, hîn mane ji ber ku DAIŞ li gelek deveran dîsa aktîf bûye û dest bi êrişên terorîstî kiriye.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku aramî û ewlehiya Iraqê bandorek pozîtîf dike ser ewlehiya navçeyê.

 

Back to top button