Cîhan

AKP Davutoglu ji partiyê tavêje

Serokwezîrê berê û damezerê AKPê Ahmet Davutoglu ji AKPê tê dûrxistin. Rêveberiya AKPê Ahmet Davutoglu ji partiyê tavêje. Li ser vê biryara AKPê gelek nirxandinên cuda têne kirin .

Serokê AKPê yê Enqere yê berê Nedim Yamali di derbarê îxrac kirina Davutoglu de axivî û got: Helwesta li himber Davutoglu tê wateya ku hêdî rêyên dayînstandinê di nava AKPê de nemane.

Heweha Yamali di derbarê avakirina partiyek nû de got: Ev biryara AKPê di derbarê Davutoglu de pêvajoya damezirandina partiyek nû bi hêztir û leztir dike. Bi vê biryarê AKPê rêbaza ku li ser hatî avakirn jî ji partiyê tavêje.

Wek din Yamali dibêje ku, bi vê siyaseta  îro AKP rêve dibe nagihe tu armanceki. AKPê sala 2015ê % 50 deng girtin. Îro bi tevî MHPê ji vê hêjmarê gelekî dûre.Ev tê wateya ku xelk ji AKPê dûr dikevin û pêwistiya partiyek , tevgerek nû dertêxe holê.

Back to top button