Nivîsar

K24 û PKK

Qedexekirina kanala Televizyona Kurdistan 24ê li Rojavayê Kurdistanê encama siyaseta yekalî ya PKKê ye. Piştî ku berpirsên îdara PYDê ev biryar girtin ji gelek alî û dezgehan rexne hatin kirin û daxwaz hate kirin gerek îdara PYDê rêzê li azadiya medya bigre.
Divê ev biryar û sedemên vê biryarê baş bê nirxandin, di serî de desthilata K24ê jî pêwiste bi xwe bihese û siyaseta xwe ya weşana Rojava û Bakurê Kurdistanê berçavre derbas bike.

Dema bûyera Efrinê de, îdara PYDê tenê rê da K24 li herêmê weşanê bike û nûçeya belav bike. hinek karmendên K24ê ev yek wek serbilindiyekî li qelem didan.
Niha dema ku li weşana K24 ya beşê latînî baş ber çavanre bê derbaskirin, dixweyê ku giranî nûçeyên PKKê û hêzên pêve girêdayîne. Ronaje aliyên PKKê li ser şaşa K24ê ne û hemû çalakiyên PKK bi gelek awayek erênî têne dayîn.

Dema mirov bahsa PKKê dike, hemû dam û dezgehên ku PKKê ve girêdayî di nava van hersê tipan de ne. PKK / PYD/ HDP/KCK/KNK/KCD û gelek dezgeh û aliyên din ku mirov nikare navên wan bêje. Bi dehan dezgeh û partî di bin navên cuda de siyaseta PKKê rêve dibin.

Niha qedexe kirina K24 tê wateya ku dema tu xizmeta siyaseta PKKê nekî PKK cih nadê we û nahilê hun weşanê bi azadî bikin.

Eger heta niha siyaseta PKK di derbarê başûrê Kurdistanê de nehatibe tê gihandin her demî mirov di derbarê siyaseta PKKê de tujî xeletiya dibe. Bi tevahî PKK/PYD/HDP her dema pêwistbe li himber başûr û taybetî li himber PDKê helwestên ne erênî danîne û datînin holê.

Gelo çewe mirov dikare doza azadiya rojnemevanî li PYDê bike? Ew li dijê aliyên ku ne wek wan hemûyê ne. Ji xwe pêvetir kesekî qebûl nakin. Tişta ku ne wek wan be divê tûnebe.

Bê guman qedexekirina kanala K24ê li Rojavayê Kurdistanê bûyerek xirabe û divê bê şermezarkirin. Lê divê desthilata Kurdistan 24 jî li xwe vegere û siyaseta weşana xwe ya xelet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê mikur werê.

Zêdeyî deh kanalên televizyonên girêdayî PKKê hene, ka gelo rojekî kesekî dîtiye ku tiştek . nûçeyek yan jî axaftinek ne siyaseta PKKê re bigunce di van kanalan de hatiye weşandin? Gelo kesekî dîtiye ku rojekî kesek yan jî aliyek li dijê siyaseta PKKê li ser şaşeya wan televizyona hatiye xûyakirin? Ew tenê propaganda PKKê dikin.

Lê her roj berpirs û aligirên PKK/PYD/HDP li ser şaşeyên televizyonên ku girêdayî PDKê têne hesibandin dixwyên.

Hinek rastî hene heta ku mirov wan rastiyan nebîne ev tê wateya ku mirov xwe bi xwe dixapîne.

Eger hêja mirov hêviya azadiya rojnemevanî, warek demokratik ji siyaseta PKKê bike ev ji bo aliyên ku xwe li ser xeta netewî dibînin malxirabiye.

Gelo dê HDP vê biryara idareya PYDê li Rojavayê Kurdistanê ji bo qedexekirina K24ê girtî, çewe dinirxîne? tenê mirov meraq dike….

3.9.2019
Nûçe/analîz

Back to top button