Polîtîk

Şerê PDKê ji bo parastina wê garantiya navnetewî bû

Endamê rêveberiya PDKê bi tundî bersiva malper û hin rûpelên grubekî ser bi YNKê da, ku di bingeh de bo şerê dewkî yên nav YNKê û mezin nîşandana hin berpirsên nû pêgeheştine mezin nîşan bidin tê kirin.

Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand: ‘’31ê Tebaxê encama danûstanên xirab û xurura naveroka wê vala ya YNKê de pêkhat. Sedî 75ê desthilata herêma Kurdistanê dest YNKê de bû. Tenê sedî 25ê wê dest PDKê de bû. Vê yekê jî di YNKê de xurûr çêkir û xwe mezin dît, ku şerê navxwe çêkir, ji pirsgirêkeke biçûk, li Ranya ve biçî êrîşî binkeyên PDKê bikî heta Kelar û Derbendîxanê jî wisa kir.’’

Herwaha got, şerê PDKê ji bo parastina wê garantiya navnetewî bû, ku ji bo herêma Kurdistanê ava bibû. Wê demê jî hêzên Iraqê hat, Amerîka, Ewropa û Fransa bersiv nedan. Ji ber YNKê hêzeke Îranî anîbû, şer li ser wê bû ku gelo herêm dê bimîne û aliyên hêzên navnetewî dê biparêze yan dê bibe cîhê Îranê?

Ewnî derbarê, derxistina hêzên YNKê û hêzên piştevanên wê li Hewlêrê û navçeyên din de jî got: ‘’Me pîsî ji axê derxist, lê YNKê ew Kerkûk a nazdar dan dest Heşdî Şeibî û Hesen Pilays û naha jî nikarin derbixin û qîr û wîr û hewarê dikin.’’

Elî Ewnî got, di dîrokê de berdewam kurd kirine cehşên dagirker, lê yekem car di dîrokê de kurd welatê serdest û dagirker kir cehşê xwe û encama 31ê Tebaxê Kurdistanekî ava û Hewlêrekî ava derxist, lê encamên 16ê cotmehê jî diyar in.

Elî Ewnî got, pêwîstbû PDKê ew yek bikira, heger na hemû pêkhateya herêmê dê biketa bin metirsiyê û piştevaniya navnetewî jî me ji dest dida. Herwaha dihate wê wateyê jî ku em bi destê xwe hêza dagirker bînin Kurdistanê û Kurdistanê radest bikin û heta heta wisa bimaya.

Back to top button