Serokwezîr pêşwazî li konsûlê nû yê Fransa kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsûlê nû yê Fransa li Herêma Kurdistanê, Olivier Decottingnie kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li konsûlê nû yê Fransa li Herêma Kurdistanê, Olivier Decottingnies û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li konsûlê nû yê Fransa kir û hêviya serkeftinê jê re xwast. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha behsa pêwendiyên dîrokî yên Fransa û Herêma Kurdistanê kir û got, em spasiya dewleta Fransa dikin ku her dem xwedan helwesteka dostane bûye li hember gelê kurd û Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in pêwendiyên me zêdetir pêş bikevin.
Konsûlê nû yê Fransa jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got, em bi girîngî li karnameya kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê dinêrin. Hikûmeta Fransa amade ye her cure alîkariyekî bide Herêma Kurdistanê.