Vîdeo
Serok Barzanî: Nabe xwîna Kurda bi destê Kurda bê rijandin
Serok Barzanî serdan devera Balekayetî kir û li gel kesatîyên wê deverê civîya.
Li Çomanê, serok Barzanî li gel rêsipî, mamostayên olî û Pêşmerge yên Şoreşa Îlonê civîya û gotarek pêşkeş kir.
Serok di gotara xwe de, ji bo qurbaniyên ku wan dayîn şoreşê spasiya xelkê deverê kir. Serok got: Balekayetî, pêgeha Şoreşa Îlonê bû. Ew şoreşa rêberî ya Bizava Rizgarîxwaza gelê Kurd kirî.
Serok Barzanî behsa rewşa deverên sinor kir û got: Em ji bû van rûdanan dilgiranên. Em rê nadin careke din xwîna kurdan bi destê Kurdan bê rijandin.