Serok Barzanî peyama sersaxiyê ji HUDAPARê re rêkir
Serok Barzanî ji bo wefata serokê berî yê HUDAPArê Mihemed Yavuz, payamek ji HUDAPARÊ re rêkir serxweşiya wan kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzên Serkirdayetiya Hudapar
Malbata hêja ya xwedê jêrazî Mihemed Yavuz
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetî û têkoşerê navdar û dilsoz, Serokê berê yê Hudapar, Kek Mihemed Yavuz gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hevalên Kek Mihemed dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim rûh û giyanê Kek Mihemed bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bide hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
10.08.2019HUDAPARê
Herweha li Hewlêr berpirsê pêwendiyên PDKê li gel heyetekî serdana nûnertiya HUDAPARê li Hewlêr kir û sersaxiya wan kir.