Civak

Peyama serok Barzanî

Serok Barzani bi minasebeta cejna Qurbanê peyamek ragihand. Serok di peyama xwe de cejna misilmanaan pîroz dike.

Peyama serok Barzani:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistan û Iraq û hemû misilmanên cîhanê dikim.

Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan dikim ku bi xwîna azîzên wan azadî û rûmeta welatê me parastiye. Pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên qehreman dikim û destxweşiyê jî li hêzên Asayîş û Polîs dikim ku bi şev û roj erkê parastina aramî û asayîşa hemwelatiyan li stuyê xwe girtine.

Cejna we pîroz û hêviya şadî û bexteweriyê bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
10.08.2019

Back to top button