Naveroka li hevhatina Amerika û Tirkiye
Li Suriye nirxandinên cuda li ser hevhatina Ameîka û Tirkiye têne kirin, malperek bi navê “Manbij“ behsa naveroka hevhatina Tirkiye û Amerikayê di derbarê Herêma Aram de dike.
Li gora nûçeyê Herêma aram di 3 nikta de dikeve jiyanê.
Yek: Ji sinorê Tirkiye heta Pira siltan Silêman û heta digihê qebra sultan silêman dikeva nav Herêma aram. Herweha bajarokê Sirîn fabrikeya çîmentoyê ya Laferge jî dikeve di nava herêmê de û ev dever dive qadek ya hevdîtina hêzên amerikayê û Tirkye.
Du: Siniro Tirkiye yê Ain Îssa ji di nava herêmê de ye. Yanî xeta herema aram heta sinorê bajarê Ain Îssaye.
Sê: Wek din ji sinorê Tirkiye 12 kilometra kûrahiyê de Rimêlan dibe nawendek ya hêzên Tirkiye û Amerikayê. Herweha Dirbêsiyê, amudêû Qamislo jî di nava herêmê de ye û dever dikeve di bin desthilatiya amerika, Tirkiye û xelkê deverê bi xwe de.
Bajarê Minbicê bi konseyek sivîl dê bê îdarekirin û desthilata Minbic ya sivîl, leşkerî û polis jî dikevin di bin bandora Tirkiye de. Dê HAD hemû ji deverê derkevin û Seda Tishrîn dibe dibe nawendek ya hêzên Tirkiye û Amerikayê.