PKK li başûr xwe ji bo şerê desthilata Kurdistanê amade dike
PKK li başûrê Kurdistanê xwe ji bo şerekî li dijê hêzên desthilata Kurdistanê amade dike. Ji bo vê yekê jî li gelek deverên başûr û taybetî li herêmên çiya hêzên xw kom dike û di xwe ji şerekî re ama de dike.
Herweha PKK çekên ku Amerika dide PYDê jî ji bo hinek deverên Kurdistana Başûr vediguhêze. PKK rwşek xirab de ye, rojavayê Kurdistanê di nava alozîki de ye. Li Qendil rewş xirabe. Niha hemû hêza xwe li devera Şingalê kom dike û çekên giran ji rojavayê Kurdistanê vediguhêze Şingalê.
Di derbarê devera Şingalê û lepta PKKê de, Fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje ku, PKK hêz û çek ji Rojavayê Kurdistanê ve bo Şingalê vediguhêze û venaşêre ku Bexda li gel xelkê Şingalê rast tevnagere.
5 Sal li ser dagirkirina Şingalê ya ji aliyê terorîstên DAIŞê ve derbas dibe û hîn piraniya xelkê Şingalê ji ber hebûna PKKê koçber in.
Fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo ji BasNewsê re ragehand, rewşa Şingalê xirabe, îdareya bajar li wê derê nîne, ewlehî û asayiş xirab e.
Herwaha got, piştî karesatê êzdî belav bûn. Beşek ji wan çûn bo Ewropa, beşek ji wan jî li çiyayê Şingalê man û beşek ji wan jî li kampanin.
Dirbo veneşart ku ne hikûmeta Iraqê bi temamî li Şingalê ye, ne jî PKK dikare bi temamî jiyana bajar wegerîne berê.
Qasim Dirbo hişyarî derbarê egera êrîşa li ser Şingalê kir û got: ‘’Çend rojek berî naha DAIŞê li kargeha çîmentoyê êrîş kiriye, bi vî halî çawa berevanî bê kirin? kî ji vê rewşê berpirse?
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku li Şingalê ne av heye û ne elektrîk û heta jiyan jî tine ye, ji ber wê di vê rewşê de çawa dê xelk vegere bajar?
Derbarê danûstanên Bexdayê de jî, fermandarê kurd ê êzdî yê Pêşmerge aşkera kir, ‘’Bexda li gel Şingalê rast tevnagere, tenê hikûmeta herêma Kurdistanê xemxorê Şingalê ye, Bexda kî diz û talançiye bi navê berevaniyê li Şİngalê rêkiriye wê derê.’’
Dirbo got, PKK li Sûriyê ve çek û hêzekî zêdetir bo Şingalê rêdike, Bexda jî mûçeyê 3 hezar kesan ji wan hêzên PKKê, li gel neft û xorak dide wan.