Polîtîk

YNK dema kongreya xwe diyar kir, lê…?

Eve çend salin YNK nikare kongreya xwe li dar bêxe. Gelek cara biryara kongreyê daye û roj dane kifşkirin ,lê nekarîne encamekî destve bînin û kongre nehatiye kirin. YNK cardin biryara kongreyê da.

Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetiya Yekîkîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiyan. Di civînê da biryar hat standin ku kongreya çarem 21/11/2019an da bihête encam dan.

Di demên borî da Mekteba Siyasî ya YNKê çend civîn ligel melbendên xwe saz kiribûn bo encamdana kongreya çarem. Îro yekşemê di encama cîvîna Encumena Serkirdayetiya YNKê û Mekteba Siyasî ya YNKê da pêşniyaz hate kirin ku kongre 21/11/2019an da bihête encam dan.

YNK heta aniha sê kongre pêkanîne kongreya yekem  di 01/6/1975an li Şamê di wê dîrokê da YNK hat damezirandin. 24/1/2018 serkirdayetîya YNKê biryar da 05- 03-2018an kongreye pêk bînin lêbelê beşekî endamê serkirdayetiyê jî ew yek red kirin.

 

Back to top button