Herêma Aram : Tirkiye û Amerika li hev nakin
Danûstandinên Tirkiyê û Amerîkayê ji bo pêkanina navçeyeke aram li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Tirkiye hewlên xwe dide ku ew navçe li gorî pilan û berjewendiyên wê pêkwerê. Şanda Amerîkî jî li Enqerê ye, û hewlên xwe dide ku li gel Tirkiyê bigihin nerîneke hevbeş.
Ev di demeke de ye ku Rûsya, Îran û Tirkiyê dijatiya xwe ji bo her core rêveberiyeke xwecihî li Sûriyê nîşan dane û ragihandin, divê yekparçeyiya axa Sûriyê parastî be.
Bi armanca misogerkirina damezrandin û bidestxistina Navçeya Aram, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilatê Firat û Rojavayê Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyê di hewl û tevgera xwe de berdewam e.
Li gera 13em a Astanayê, Tirkiyê hevbeşên xwe yên garantor, Rûsya û Îranê, herwiha herdu aliyên Hikûmeta Sûriyê û opozsiyonê, kirin hevnerîn û hevhelwest, bi taybetî derbarê redkirin û dijayetiya hewlên cudakar ên parçekirina Sûriyê, weke ku di encamnameya Astana 13em de, hatiye eşkerekirin, ku wan bi hewlên otonomî yên neyasayî, bi nav dike.
Ji bo yekalîkirina mijara Navçeya Aram jî, şandeke leşkerî ya amerkî gihiştiye Tirkiyê û li ser vê mijarê, herdu alî gotûbêjan dikin.
Tirkiye dixwaze ew yekalîkirin li gorî xwesteka wê be û di berjewendiya wê de be. Êdî kar dike ji ku ew navçe li gorî merc û pîvanên Enqerê be û li jêr birêveberî û serperiştiya Tirkiyê be. Di nav de jî, arezûya wê ye, ku Amerîka dest ji hevpeymanî, piştgirî û alîkariya HDSê, YPGê û Rêveberiya Xweser berde.
Navçeya Aram, ku behsa wê tê kirin, li gorî Tirkiyê, wê bi kûrahiya 32 kîlometreyan be. Ji bo vê mebestê jî, Tirkiyê 5 navçeyên sînorî weke (Navçeyên Ewlehî yên Taybet) ragihandine û hêzên xwe jî li ser sînor kom kirine.
Lê Rêveberiya Xweser û rêxistinên girêdayî wê, daxwaz dikin ku ew navçe, bi kûrahiya 5 kîlometreyan be û li jêr destên encûmenên xwecihî be û rola sereke, li wê navçeyê, ya Hevpeymaniya Navdewletî be.
Şandiyê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê James Jeffrey, ji Rûdawê re ragihandibû ku kûrahiya guncaw ji bo wê navçeyê, di navbera 5 heta 14 kîlometreyan de ye.
Zanyariyên cuda cuda nîşanê bi wê yekê didin ku dibe dirêjahiya wê navçeyê, di navbera 400 heta 600 kîlometreyan de be.
Berê jî Enqereyê ragihandibû ku eger ew ligel Amerîka negihêje rêkeftinekê, êdî ew ê neçar be Navçeya Aram, bi tena xwe, damezrîne.
Ev yek di demekê de ye, ku nehatiye piştrastkirin ku Amerîka dixwaze birêvebirina wê navçeyê di destên hêzên amerîkî û tirkî de be, weke ku hinek çavkanî behs dikin.
Derbarê çend xalên girêdayî dosyeya Navçeya Aram, heta niha herdu alî negihiştine lihevkirinekê, lê dibe ku encamên civînên van demjimêran, hinek ronî û zelaliyê bidin pêşhateyên nû, li ser mijara Navçeya Aram, ku heta niha helwesta Waşintonê, ne li gorî daxwazên Tirkiyê ye.