Cîhan
Wezareta Derve ya Amerîka pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus di kongreya rojnemevanî da rojane da pîrozbahlî li Serokwezîrê Hermêa Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û da zanîn ku Amerîka wê hertim hevpeymanê Kurdistanê be.
Îşev 11.07.2019an Morgan Ortagus ragihand, ku ew wekî hevpeymanek nêzîk ligel Kurdistanê dimîn in, û got ku ,ew kêfxweş in bi başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çaksazî li cem Amerîka giring e. Herwiha avabûna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistan ya Mesrûr Barzanî serokatiyê lê dike pîroz kir.
Duhê piştî hilbijartina Mesrûr Barzanî wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Konsulxaneya Amerîka jî, ji aliyê xwe ve pîrozbahiyên xwe ragihandibûn û berdewamiya pêwendiyên bihêz ligel Herêma Kurdistanê û hukimetê tekez kiribû.