Cîhan

Partiyek nû di rêde ye

Ali Babacan cîgirê serokwezîr û wezîrê derve yê Tirkiye yê berê , piştî 18 salan ji endametiya damezirê AKPê îstifa kir.

Eve demek bû ku dihat gotin dê Ali Babacan û serokkomarê berê Abdullah Gul bi hevre partiyek nû ava dikin. Lê heta vê gave jî Babacan endamê AKPê bû. Lê niha bi fermi ji AKPê veqetiya û niha dê bikeve di nava çalakiyên avakirina partiyek din de.

Babacan di nameya xwe ya îstifayê de dibêje: Di Tebaxa 2001ê de ez bûm damezirê AKPê û 14 sala wek endamê serkirdeyatiya partiyê mam.Piştî hilbijartinên sala 2003ê min 13 salan wezîritî kir. Di vê pêvajoyê de tiştên baş hatin kirin.Min li her derekî prensîbên partiya xwe parastin. Babacan dide xûyakirin ku di van salên dawî de di gelek bûyeran de tiştên hatîn kirîn nîşana me da ku partî li ser bingehê xwe vediguhêze.

Babacan herî dawî dibêje tu girêdanek navbera min û AKPê de nemaye ,ji bo vê yekê jî ez ji AKPê vediqetim.

Di heman demî de destnişan dike ku pêwistî li guherindinekî heye û dêve bersiva daxwaziyan bide dayîn. Babacan  pêvajoya damezirandina partiyek nû destpê dike.

Back to top button