Cîhan
Serokê berê yê Misrê di hola dadgehê de jiyana xwe ji dest da
Serokê berê yê Misrê Muhammed Mursî di dema dihat dadgehkirin hola dadgehê de jiyana xwe ji dest da . Termê Mursî radestî malbata wî nekirin. Termê Mursî vê sibehê demjimêr 05.00ê de li Kahirê hate binaxkirin. Dema veşartina Mursî de tenê malbata wî amade bû gelek tedbîrên ewlehiyê hatibûn standin.
Mursî yekem kes bû ku bi hilbijartina bibû serokê Misrê. Muhammed Mursî serekek yê tevgera Birayên Misilman bû. Sala 2012ê bi hilbijartina bibû serokê Misrê. Lê di sala 2013ê bi înqilabek leşkerî ji postê serokkomariyê hate dûrxistin û kirin zindanê de.
Li gora kanalên televizyonên Misrî, Mursî nexweş bû û nexweşîya pênceşêr lê destdabû. Lê wî di hola dadgehê de bi krîza dil jiyana xwe ji dest da.