Min dît û nabêjim (Roman)
Silêman Çakir
Xwedîyê malê derî jêre vekir û ku kerem bike. Ku na ez rêeingîme û ezê biçim dûr. Xwedîyê malê jê pirsî, ku tê biçê kûderê ey mêvanê Xwedê. Ku ezê biçim Misrê. Gotin hinekî bêhna xwe berde û biçe , ey mêvanê delal. .
..Ku na eger meterekî avê hebê jiminre dagirin û hinek nan bidin min bese. Xwedîyê malê ku ser çava û sersera danê û ew meşî. Payîz derbas bu kete çêle. Çêle jî derbas bu Bihar hat. Gul vebûn û seyda evîne wî hate bîra wî. Keser vedan û runişt û bi halê xwe girî. Pênûse xwe defter derxist dest bi nivîsandine kûl, dert û evîne xwe kir.
..Ketim çol û çîye ji derdê delal.Ez meşîm bi şev û roj lê kesek bi halê min nizanê. Ez kîme? Diçim kûderê ez jî nizanim. Kanî qewmê min û welatê min?Kesek ji minre nabêjê, çime ez sêwî û em bindestin? Kesek bi halê me nizanê. Ez seyda û xwendeme ez çidikim li wî warî? Ezê biçim cem Gelê xwe jibon ku min bi minre bidê naskirin. Ne kirase û ne mêrxasim. Xwada ez çibikim ji bindestîyê. Ez evdê te me ji minre bibe xwedî. Kanî qewmê min? Kànî welatê min? Ezê çibikim ji vî ilmî? Ey keça Mîr tu li kûder mayî. ?Ev halê min tu zanê. Evîn qutikê ji agire. Ey xwada tu xweş zanê. Ketim çole tu li kûyî ey zerîye male min.
..Meşî û meşî ye leqayî şikeftekê bu. Kete şikeftê û ji wesitandinê raket. Xewnek liser zêrîn dît. Zêrîn di halekî xerab de bu. Di dît ku aqilmend derdiketin cem Mîr û digotin çime zarokê Jêhat û Zêrîn çênabin. ?Bandikin hevjîne Mîr û dibêjin ser wa lîkolîn bike û meclîsê agahdar bike. Dayîke Zêrîn di kevê xeyalê kurde û dibê ey Xwada ev çîye hate serê me. …Bi rehma xwe bi mere bike, li serdorê tev belav bûye. Fesade dest bi fesadîye xwe kirine. Sedhezar lewm bi wave dane girêdan. Dayîke Zêrîn bandikê keça xwe û dibêjê derdê xwe ji minre bêje.
..Zêrîn digirî û xwe tavêjê ser kâbe Dayîke xwe. Dibê ez keçim û keça te me, an mirin an jî ez a seyda me.Jêhat xortekî delalle û esîle. Lê evîndarî bi şewate. Heye salek ku ez bûme bûk. Lê weke berê ez keçim û sozdare seyda me.
..Dayîke Zêrîn fahm kir ku zewace wê ne bi dilê wê ye. Bi zavê re tu pêwendî ne danîye. Dayîke Zêrîn bankire Jêhat ku lawê min meclîsê bîryar dayî ku bi pirse çime zarokê wa çênabin. Jêhat ku ez benî, li Zêrîn xweş guhdar bike. Zewace bi zorê çênabê. Dayìkê keser veda û mayî bê çare. Piştre ku ezê bêjim nexweşe (nesaxe )Zêrîn Ku dayîkîkê, heqê xwe helal bike. Ezîm keça Mîr û Zerîye bi tenê. Ezê vexwum jahre hingiv. Zêrîn bankire cêrîyekê navè wê Xensê ye. Hinek zêr danê û ku jibon min jahre hingiv peyde bike û bere kesek nizanibê.
..Xensê jahre hingiv peyde kir û anî dayî Zêrîn. Zêrîn bi qambilî dayîke xwe qedeha jahre hingiv biser xwe dakir. Dema vexwar dayîke wê dest avête qedehê. Hinek rijîye lê vexwar. Dayîke Zêrîn xiste hawar û dilê wê êşîye. Seyda ew qîrên di xewde his kir û hişyar bû xiste qîrên û raişte turikê xwe û meşî.
..Xulamê malê ji qîrêne dayîke Zêrîn çûne oda Zêrîn, mane şaş û Mîr agahdar kirin. Mîr ferman dayî ku çiqas Hekîm hene bere werin.Hekîm tevde hatin û jibon çareserîyê civîn. Bi hevdû şêwirîn û gotin şîrê devehê bînin. Şîrê devehê peyde kirin û dane Zêrîn.
..Ne di vexwar lê bi zorê danê. Piştî vexwar nemir lê nîv însan ma. Hekîmekî ku divabê şîrê şêr di eyarê şêrde peyde bibê. Emê bidinê gelo wê çawa bibê emê meyze bikin. Lê wê kî şîrê şêr di eyarê şêrde peyde bikê. Hekîmekî ku ne Jêhat vî kàrî bi cîh bînê kesekî dîtir tûneye. Bankirin Jêhat û gotin hàl û mesele eve…Divê tu herê ji kûder bibînê, bibîne şîrê şêr di eyarê şêrde bîne, emê bidin Zêrîn ew jî ne dîyare ku rehet bibê an jî na. Lê mûmkine ku rehet bibê . Jêhat xwe amede kir u derket ser rêçkà çûn u nehatinê.
..Meşî bi şev u roj.Kete newale û çîye derbas kirin. Gihişte Deryayê. Wê derbas bibê u şîrê şêr di eyarê şêrde bîne. Ji westîyan dinê ket û raket. Dema hişyar bû keçeke mîne qozeqerekê liber serê wî sekinî bû. Destê xwe danî serserê wî. Ku xortê delal tu bi kûderê de diçê. ?
..Jêhat ku ne te pirsî û ne ez bersiva te bidim. Ku xortê xweşik ez keça mîrê cine me tu çi bi xwazê ezê jibon te bikim. Belqiz dema wisa got, Jêhat derdê xwe jêre got. Dema Jêhat derdê xwe jêre got Belqiz ku were liser bazkê min siwar bibe û çavê xwe bigre.
..Siwar bu û çavê xwe girt, di demeke nêzîk de gihiştin welatekî dîtir. Belqiz herdû destê xwe li herdû dan. Çiqas cin hebûn xwe li dore Belqiz hatin cem herdû. Belqiz ferman da ku zû û ne dereng, şîrê şêr di eyarê şêrde ji minre bînin. Di wextekî kurtde dîtin û anîn liber Belqiz danîn. ..Belqiz ku min soze xwe bi cîh anî, lê daxwazîyeke min ji te heye. ..Belqiz gote Jêhat ku divabê tu bi minre bi zewicê. Jêhat mayî heyirî. Kete navbende Xelîl û Celîlde. Bêjê na Belqiz şîr nadîyê, bêjê erê xaîntîyê li Zêrîn keça Mîr dikê. A qenç bêjim erê heta em bi gihijin cem Zêrîn, êdî Xwedê mezine. Gote keça Mîrê cine ku ser çava. Ezê bi tere bi zewicim. Belqiz gote Jêhat ku navê welatê xwe ji minre bêje.
..Raje kûnê şîr û were liser bazkê min siwar bibe û çavê xwe bigre. Jêhat ku navê welatê min kânîye zêre ye. Ku ewder di navbenda Du avedeye. Got raste ez benî. Ez li welatê te xweş gerîye me. Axe wê zîv û zêre. Pevçûne Cihan tim li welatê te ye. Zilme ku li welat û Gelê te dibê li tu kesî nabê.
..Ewder cîyê mirovantîyê ye. Du care însanetî ava bûye, her Du care jî li welatê te pêk hatîye. Bajerek heye Nemrut gelek zilm lê kirîyê (Ruha ). Li welatê te Şeh-rî Nuh heye (Şernex)Bâlkêşe nêzîk ne dur wê şerekî mezin liwir çêbibê.
..Jibon ku welatê te Vala bibê. Hinek dîtir bi kevin welatê te. Ji welatê xwere xwedî derkevin û ez jî bibim àlîkàr. Piştî Belqiz gotinê xwe xilas kirin Jêhat derket ser bazkê wê, çavê xwe miç kir û Belqiz firîye. Di wextekî kinde gihiştin cem Zêrîn Belqiz gote Jêhat ku ên serdora we min nabînin .Dema ez bi xwazim ewê min bibînin.Lê ne bêje, dema tu bêjê tê bimrê. Şîrê şêr bide Zêrîn wê bimrê lê ne neha.
..Jahre hingiv gelek dijware. Jêhat Şîrê şêr bir danî ber Mîr. Dema Mîr dît mayî sekinî. Pêşî bawer nekir. Ku te çawa zû anî? Jêhat ku Mîrê min ev hêza evînê ye.Mîr serê xwe hejand u bankire serkêşê Hekime. Ku kerem bike ya Hekim. …Hekîm şîr dayî Zêrîn. Piştî vexwar kete xewde. Hekîm gote Mîr ku min dayîyê u vexwar u raket. Hekîm ku bere kesek neçê oda wê. Wê hişyar Mekin. Mîr sisê (3)Nahtor danîne ber derî. Ferman da ku bere kesek meçê oda keça min.wê hişyar Mekin. Eger şaşîtî bibê ezê serè we her sisîye jê bikim…Piştî şîrê şêr dane Zêrîn hinekî baş bû û yek û derb bankir ku Seyda. Nahtor veciniqî bi heyecaneke mezin Mîr agahdar kir.Mîr hat û li Zêrîn guhdar kir.Bankire aqilmende li hevdû civîn. Gotin wê çawa bibê ev dert û eleme me.Aqilmende ku divabê Seyda bê dîtin û werê cem Zêrîn. Eger newê ev keçi rehet nabê. ..
..Mîr ku soze min ji Jêhat re dayî ye ewê çawa bibê? Aqilmendekî ku kâ banbikin Jêhat. Ew û keça Mîrê cine li cem hevdûne. Belqiz gote Jêhat ku bêje ez Zêrîn navim. Dema qebúl nekin ezê te bi revînim. Jêhat hate dîwane Mîr û aqilmende. Jê pirsîn, gotin Zêrîn navê Seyda tim dibêjê, kâ tu dibê çi, Jêhat. Ku ez nakevime ber gunehê wè û ezê jivir biçim.Ji dîwanê derketin û liser bazkê Belqiz siwar bu û çûne welatê Belqiz’ê. Aqilmende û Mîr bîryar dan.Gotin bere deh (10)siwarî xwe amede bikin, bere biçin li seyda bigerin. Aqilmendekî ku seyda çû welatê Misr’ê. Siwarîye xwe amede kirin, derketin ser rêçkâ Misr’ê. Pirsîn û keten welatê Misr’ê. Çene mirov liber dîwarekî mûjûl dibûn.
..Silav liwa kirin û jiwa Pirsîn, yekî jiwa ku seyda licem Mîrekê Misrêye. Bûye şêwirmend. Çûne ber derîyê Mîrekê Misrê. Nahtor ku xêre? Derdê xwe gotin û Nahtor Mîrekê Misrê agahdar kir. Mîrek ku bere werin. Derketin dîwane Mîrekê Misrê û çîroke xwe jêre gotin.
..Mîrekê Misrê bankire Seyda. Ku seyda ev mirov ji cem Mîrê te yî berê hatine. Liwa gûhdar bike. Derdê xwe ji seyda re gotin, Seyda girî. Mîrek ku rabin çîwe kêm bê bere nahtor temam bikê û derkevin ser rêçkâ xwe, jîyane keçeke ciwan mûhîme. Xwe amede kirin û derketin ser rêçkâ xwe. ..Mamoste Nivîskâr Sîyasetmedar PDK -Çend şev û Çend roj meşîn û gihiştin cem Zêrîn. Mîr ku bere Seyda biçê cem Zêrîn. Seyda çu cem Zêrîn. Dema ku hevdû dîtin, hevdû himbêz kirin û hevdû girîn. Seyda fahm kir ku Zêrîn rehat nabê. Derkete cem Mîr ku bere carîye xensê werê.
..Xensê hat û Seyda wê xiste odê. Ku zû û ne dereng jahre hingiv bîne. Xensê ji seyda re jahre hingiv gelek anî. Seyda gote Mîr ku ez benî eger destur hebê, ezê îşev li oda Zêrîn wek nahtor bimînim. Mîr destur dayî û bu êvar şev hat. Seyda gote Zêrîn, ku ev qedere meye.Wîjî jahre hingiv vexwar û Zêrîn jî dîse dubare kir u raketin. Bû sibeh deng ji ne seyda hat û ne ji Zêrîn.