PDK-Bakur pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike
Birêz Nêçirvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistana Federal!
Bi navê Partîya demokrat a Kurdistanê-bakur (PDK-BAKUR)
Bi dilgermî cenabê We pîroz dikin bi boneyî helbijartina we, wek Serokê herêma Kurdistana federal.
Kurdistana Federal di demek wisa de ye kû gelek pirsgirêkên heyî li benda çareserkirinê ne.
Ji bilî pirsgirêkên raste rast girêdayî bi Kurdistana Federal re, gelek pirsgirêkên din, mîna pirsgirêkên li welatên cîran û pirsgirêkên navnetewî li herêmê, pêwistîya herêma Kurdistana federal bi Serokek xwedî zanyarî û tecrubeyek dewlemend heye.
Birêz Nêçirvan Barzanî !
Em bawerin kû di rewşek wisa de, bi ezmûn, xebat û zanyarîya xwe, Winê bikaribin çareserîyên herî baş bidestbêxin.
Em hêvîdarin kû hemû alîyên Kurdistanî bi berpirsîyarî erkên xwe yên hemwelatîyê bicîhbînin. Hêvîdarin kû di vê dema aloz de, xebata welatparêzên Kurdistanê xurttir û berztir bibê bo bidestxistina armancên xwe yên aborî, sîyasî, netewî û Kurdistanî.
PDK-Bakur bi dilgermî cardin helbijartina We, wek Serokê herêma Kurdistana federal pîroz dikê û di xebata we de serkeftinê dixwazê.
29.05.2019
PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR