Polîtîk

Dê Kurdistan bibe sîwana tevahiya hêz, aliyên siyasî, pekhate û baweriyên cuda

Nêçîrvan Barzanî ku weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin di peyamekê de ragihand: “Aştî û aramiya civakê û parastina mafên takekesî û civakî dê armanca me ya sereke be. Pêgeha Herêma Kurdistanê dê li herêmê û civaka navnetewî de bihêz bibe”
Nêçîrvan Barzanî ku di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de, weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, bi boneya vê yekê peyamek belav kir û tê de got: “Aramî û aştiya civakê û piştevanîkirina mafên takekesî û komaleyetî dê armanca me ya sereke be.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Kurdistaniyên ezîz, piştrast dikim ku Serokatiya Herêmê, ti cudahiyan nexe di navbera her raman û baweriyê de û dê bibe sîwana tevahiya hêz, aliyên siyasî, pekhate û baweriyên cuda.”
Nêçîrvan Barzanî spasiya Parlametoya Herêma Kurdistanê kir ku ew wekî serokê nû yê Herêma Kurdistanê hilbijart û got: “Em dixwazin ligel hikûmeta federal a Iraqê pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogan di çarçoveya destûra bingehîn de çareser bikin.”
Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew dê ligel tevahiya welatan, bi taybetî ligel ên cîran pêwendiyên Kurdistanê bihêz û dostane bikin û got ku pêgeha Herêma Kurdistanê dê li herêmê û civaka navnetewî de bihêz bibe.
Nêçîrvan Barzanî di heman demê de dibêje: “Herêma Kurdistanê bê cudahî milkê hemû Kurdistaniyan e. Serokatiya Herêmê jî bê cudahî dê bibe cihê îrade, daxwaz û mafan.”

 

 

Back to top button