DYA pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Wezareta Derva ya Amerîkayê pîrozbahî li serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand ku ew ji bo wan weke hevpeymanekî girîng dimîne.

Berdevka Wezareta Derva ya Amerîkyê Morgan Ortagus di civîna rojnamevanî de li Washingtonê di bersîva pirsa peyamnêrê Rûdawê de pîrozbahî Nêçîrvan Barzanî kir ku îro Duşemê (28.05.2019) wekî serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin û got: “Nêçîrvan Barzanî dê weke hevpeymanekî girîng ê me bimîne.”

Morgan Ortagus got: “Nêçîrvan Barzanî ji bo me weke hevpeymanekî girîng dimîne. Em li bendê ne pêwendiyên me baştir bibin. Me sûd ji pêwendiyên nêzîk bi Nêçîrvan Barzanî re wergirtin.”

Nerîna min :