Davutoglu li Diyarbekirê bû
Li Diyarbekirê Platforma Pira Dil, ji bo serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu xarinek a fitarê organîze kirîbû. Bi vê misebeta Davutoglu li gel hinek hevalên xwe hate Diyarbekir û tevlî vê civînê bû.
Di civînê de Davutoglu axavtine kir û got: Li Tirkiye pirsgirêka hemwelatiyên me yên Kurd heye, lê pirsgirêka Kurda û Tirka yek e.
Li Diyarbekir di heman civînê de parlementerê berê yê AKPê Abdurahman Kurt,Cuma Îçten û serokê AKPê yê şaxa Diyarbekirê yê berê Aydin Altac û gelek akilmend û dezgehên sivîl amade bûn.
Di destpêka axavtina xwe de Davutoglu da xûyakirin ku, di derbarê hatina wan ya Diyarbekirê gelek îdia hatin kirin û medyayê de nûçeyên cur bicur hatin belav kirin. Tu sedemek ku em bêne Diyarbekir li gora tê îdia kirin tuneye. Ji xwe Diyarbekir di dilême de ye.
Ahmet Davutoglu di axavtina xwe de got: Belê li Tirkiye pirsgirêka hemwelatiyên me yên Kurd heye, lê pirsgirêka Kurda û Tirka yek e. Eger em hemû li Tirkiye bingehê civatek bi îstikrar avabikin,kesek nikare cardin êşên wek 12 Îlonê derêxe hole û tu rêxistinek terorist nikare jiyanê li me bike wek zindanekî.
Berdewamiya axavtina xwe de Davutoglu dibêje: Şîara me ya bingehîn gelekî hesaniye. Li hemû deveran azadî ji bo her kesekîye. Eger azadiya her kesekî tunebê, li vî welatî îstiqrar pêknayê. Eger li hemû devaran ewlehî tunebê, dê li tu cihekî ewlehî nebê. Ewlehî li Diyarbekirê nebê, li Edirne, Konya Stanbul jî ewlehî çênabe.
Davutoglu behsa rewşa siyaseta Tirkiye ya derve jî kir û daxûyakirin ku, van 3 salên dawî, gelek rexne li min hatin kirin, lê ji bo siyaseta hukumetê zererê nebîne û tu aloz îçênebê, min bersiva rexneyan neda. Hinek kes serkeftiyên siyaseta derve ya 71 salî li xaneya xwe dinivîsin, lê di siyaseta Suriye de ne serkeftina pêkhatî hewaleyê me dikin.Ew di warê siyasî de di nava aloziyek ehlaqî dene.
.