Hevkariya Rusya û Tirkiye li Suriye têkdiçe
Gora nûçeyeka ya ajansa Reuters, hinek berpirsên muxalefeta Suriye eşkere kirine ku, Tirkiye çêk rêkirine ji çekdarên muxalefeta Suriye re. Tê zanin ku hêzên Rusya û Suriye eve demeke êrîşên devera Idlibê dikin. Li gora Rusya hinek gurubên çekdar li Idlibê teroristin û divê ev bêne ji navbirin.
Tirkiye ji bo Rusya êrîşên xwe yên li ser Idlibê bisekinîne gelek hewldan kirin û li gel Rusya hevdîtin pêkanîn. Lê Rusya guh neda daxwazên Tirkiye û li gel Artêşa Rejima Suriyê berdewamî êrîşê Idlibê dikin.
Hêzên muxalefeta Suriye êrîşek ya rejima Suriye têkbirin. Hinek berpirsên çekdarên muxalefetê dane diyarkirin ku, ji bo bikaribin li berxwebidin Tirkiye çekên giran ji wan re rêkirine. Ev nûçe dikare bibe sedemek ku pêwendiyên Rusya û Tirkiye di derbarê rewşa Suriye de xirab bibin.
Berpirsek yê bilindê çêkdarên muxalefeta daye xûyakirin ku, Tirkiye hewldide ku bandora xwe ya li devera Idlibê biparêze û ji bo vê yekê jî çekan dide wan.