Tu pêwendiya hevdîtinên li gel Ocalan bi “pevajoya çareseri“ re tuneye
Wezîrê Dadê yê Tirkiye Abdulhamît Gul,li ser pirsekî behsa hevdîtina Ocalan û parêzerên wî kir.
Tê zanin ku 2ê Gulanê û 22 ê Gulanê du cara parêzerên Ocalan çûn Îmralî hevdîtin li gel kirin. Herweha komiteyek ya li dijê Îşkencê ya ewropî jî serdana Îmralî kir.
Li ser van hevdîtina Gul got: Tu pêwendiya van hevdîtina li gel “Pêvajoyek ya Çareseriyê “ tuneye. Ne raste jî ku mirov van hevdîtina bi destpêka pêvajoyek nû ve girê bide û bi vî awayî nirxandina bike.
Gul berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Tu pêwendiya van hevdîtina li gel hilbijartinên Stanbulê jî tuneye. Hun dizanin ku ji berî niha jî li gel malbata xwe hevdîtin kirine. Eve demek bû li gel parêzerên xwe hevdîtin nedikiran, astengek yasayî ji bo parêzerê wî hebû. Ev astenga hanê bi biryara dadgehê ji holê rabû. Bi vê biryarê astenga hukukî hate rakirin.Serdana Îmralî di vê çerçovê de hatiye kirin. Ev pêvajoyeke ku dê li gel parêzerin xwe bikaribe hevdîtina bike.