Kultur

Jîva TV, TVêyek taybet bo hewramniyan

Wezareta rewşenbîrî û ciwanan a herêma Kurdistanê destûra vekirina televîzyoneke taybet bo devera Hewraman  bi navê “Jîva TV” da.

Rêveberê giştî yê Jîva TVê Îbrahîm Hacî Zelmî, derbarê vekirina televîyonê de ji AKnewsê re got:

– Pştî du salên hewl û xebatê, me karî destûra weşan û vekirina televîzyonekê taybet bo devera Hewramanê ji wezareta rewşenbîrî û gêncan ya hikûmeta herêma Kurdistanê werbigirin.

Zelmî diyar kir ku, piştî meha Remezanê dê weşana test a Jîva TVê dest pê bike û  weşanên Jîva TVê, dê taybet bo gund û bajarên Hewramanê ên herêma Kurdistanê û beşek ji devera Hewraman a Kurdistana Îranê be.

 Di bersiva  pirsekê  de ku gelo vekirina vê televîzyonê nabe sedema navçegeriyê? Rêveberê Jîva TVê got:

– Nexêr, tiştekî wiha rû nade, ji ber ku em dixwazin bo hewramiyên Kurdistana Iraqê bernameyan biweşînin û dê zêdetir kultur û adatên devera Hewraman derxe pêş.

 

Back to top button