Civak
Licê :11 muxtar ji kar hatin dûrxistin
Li Licê navçeya Diyarbekirê 11 muxtar ji karê wan hatin dûrxistin.
Li gora daxûyaniya qeymeqamê Licê dayî, ev muxtar bi tuhmeta arikariya PKKê û dayîn standina madeyên hişber ji kar hatine dûr xistin. Di derbarê wan de lêpirsîn berdewame.
Herweha daxûyaniyê de hatiye ku, muxtarek ji wan hatiye girtin û di derbarîwî de bi sedema endametiya PKKê doz hatiye vekirin.
Qeymeqamê Licê dibêje, ji bo lêpirsîn baş bê kirin, ev muxtar ji kar hatine dûrxistin û dewsa wan de bi wekalet hinek din hatine destnîşan kirin.