Civak

Hinek malbatên kurdên Surî reviyan Şengalê

Li gora agahdariyên ji herêmê tên, hinek malbatên kurd ji Kurdistana Surî ji tirsa kuştinê  ji ber hêzên asayîşa dewleta Surî direvin û berê xwe dane herêma Kurdistanê devera Şingalê.

Çavkaniyekî ji PNA re da xuyakirin ku, çend malbatên kurdên Surî mal û xaniyên xwe cih hiştine û derbasî herêma Kurdistanê bûne. Hinek ji wan gihatine devera Şingalê gundê Guhbilê.

Ji berî niha li Duhokê ji  bo vê yekê komiteyek ya amadekariyê hatiye avakirin. Her dema ku koçberiyek bi vî awayî çêbibe ev komite amade be û bikaribin pêşwaziya kurdên ku ji Surî werin bikin.

Back to top button