Polîtîk

Buldan behsa tişta nebûyî dike

HDP û partiyên ku pêre di hilbijartinan de havkarî kirîn li Diyarbekirê civîyan û behsa encama hilbijartina kirin. Di civînê de hevserokên HDPê û nûnerên aliyên din amade bûn.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan behsa encamê hilbijartina kir û got : Ez spasiya serokên 7 partiyan dikim. Pêvajoyekî giran a kampanyayê me birêve bir. Di vê pêvajoya kampanyayê de ked û hewldanekî mezin a partiyên siyasî yên me îtifaq bi wan re kirî çêbû. Yekîtiya hêz û îtîfaqa me çêkirî bandora xwe li encamên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê kir û me dît ku stratejiya me çawa qedera Tirkiyeyê guhert. Di vê serketinê de rolekî girîng ê partiyên îtîfaq heye. Dixwazim bibêjim li Tirkiyê kurd û stratejiya HDPê destkeftiyek mezin bidestxist.

Di rastiya xwe de, dema propaganda hilbijartinan de ji bilî HDPê al û sembolên HDPê, tu partiyek din nebû. Tişta ku Buldan tifaq nav dike di rastiya xwe de nedixweyiya. Hinek aliyên siyasiyên kurd , di bin sêwana HDPê de ji bo xatirê şeredariyekî kom bûn. Navê vê kirin tifaq û îro Pervin Buldan li ser navê wan behsa serkeftina HDPê dike.

Guhertina qedera Tirkiye heta çi radeyê armanca siyasî ya partiyên kurd e? Armanca HDPê ye, ji ber ku HDPê partiyek a koalisyonê li gel hinek partiyên marjînalên çepên Tirk e. HDP xwe wek partiyek ya Tirkiye dide nasandin. Lê gelo çi li partiyên ku di bin sêwana HDPê de kom bûyîn hatiye. Kengê bûne partiyek ku qedera Tirkiye biguherin? Ev partî heta vê gavê li Enqere nebûne xwedî cihekî, heta edresek wan li Enqere tuneye.

Buldan tenê tiştekî de rastiyê dibêje: Dixwazim bibêjim li Tirkiyê kurd û stratejiya HDPê destkeftiyek mezin bidestxist.

Li vê derê tu Kurda jê derêxî raste stratejiya HDPê ji bo berjewendiyê hinek aliyên Tirka serkeftiye. Lê tu pêwendiya serkeftina wan bi kurdan re tuneye. Ji xwe HDP li Kurdistanê binketiye û bi awayek din gelek tişt winda kirine.

Mixabin partiyên ku xwe radestî HDPê kirîn di vê derbarê de bê dengin. Dixweyê berjewendiyên kesayetî cardin serdestî li berjewendiyên netewî kir.

Back to top button