Netenyahu cardin serkeftin destve anî
Li Îsrail hilbijartinan de partiya serokwezîrê Îsrail Benyamin Netenyahu li pêş e. Piraniya denga hatine hilbijartin û li gora encamên derdikevin partiya Netenyahu li pêşe.
Partiya Likud serkeftin destve aniye û li gora encama dixweyê cardin Likud li gel hevalbendên xwe dikare hukumeta nû ya Îsrail ava bike.
Di Parlementoya Îsrail Knesset de, 120 kursî hene. Li gora encama Netenyahu li gel hevalbendên xwe heta niha 65 kursî bi destve anine. Ev jî têrê dike ku hukumetê ava bike.
Heta niha hêja encamên fermî nehatine eşkere kirin. Lê li go pisporên siyasî vê carê helwesta Trump bu sedemek bingehîn ku Netenyahu cardin serkeftin destve anî.
Netanyahu ji bo encama hilbijartinê axavtinek kir û got: Ev serkeftinek gelekî mezin e. Gelê Îsrail ji bo cara pêncê baweriyê didê min, ev yek ji bo min gelekî girîng e. Ev vekirî dibêjim dê ev hukumet li gel partiyên nêzikê me bê ava kirin, lê ezê hemû kesekî û aliyekî hemêz bikim.
Netenyahu di meha Temmuzê de rekora yê herî zêde serokwezîriya Îsrail kirî dişkîne. Heta niha herî zêde damezirê dewleta Îsrailê David Ben-Gurion serokwezîriya vî welatî kiriye. Lê Netenyahu piştî meha Temuzê jê zêdetir dike.