Nivîsar

Dersim li Kurdistanêye lê ne Kurdistaniye

Li Dersimê hilbijartinên şeredariyê xwedî nirxekî gelek taybet bû. Dersim bajarek li Kurdistanê ye, xelkê li Dersimê dijîn kurdin û piraniya wan wek mezhebî Alewî ne. Dersim bajarek li Kurdistanê ye lê mixabin Dersim ne Kurdistaniye. Di vê tesbîtê de dema hilbijartinên herêmî li Dersimê bêne nirxandin, pirsa kurd ji bo Kurdekî gelekî girîng e. Ji ber ku rewşa siyasî li Dersimê ji kurdbûnê û ji kurdeyatiyê dûre. Eger Kurdistanîbûn wek pîvan bê girtin tu teybetmendiya Dersimê namine û hilbijartinên Dersimê jî wek her deverekî bû.

Li Dersimê du alî di hilbijartinan de li berhev didan. Berbijêrê Partiya Komunist a Tirkiye û li himber vê jî berbijêrê HDP ê ku du partiyên çepên Tirk wek EMEP û ESPê jî pişgiriya HDPê dikiran derbas bû.

Di dema propaganda hilbijartinan de berbijêrê Partiya Komunist da xûyakirin ku, serkeftina me ne windabûna HDPê ye, serkeftina wan jî ne windabûna meye. Berbijêrê Partiya Komunist Fatih Maçoglu dixwest tundbûna navbera xwe û berbijêrê HDPê de ji holê rake. Li himber vê daxûyaniya Maçoglu ji endamê reveberiya PKKê Ali Heyder Kaytanê ji Dersimê bersiv hat. Kaytan di nivîsa xwe ya rojnameya Ozgur Politikayê de , da xûyakirin ku, bila Maçoglu ji dev berbijêriya şeredariya Dersimê berdê û pişgiriyê bide berbijêrê HDPê. Kaytan bi awayek din Maçoglu tehdît kir.

Di encama hilbijartinan de Maçoglu %32.7 deng anin û serkeft. HDPê % 28.2 deng destve anin û hilbijartin winda kir.

Lê nirxandin û şiroveyên di derbarê hilbijartinên Dersimê de berdewamin. Wek kurdekî mirov van minaqeşeyan dinêre û dibêje heyf û sed mixabin, li Dersimê Kurdistanibûn û kurdwerî tuneye, çepitî û vê yekê ve girêdayî pirsa mezhebî serdeste.

Li Dersimê navbera HDPê û Partiya Komunist de pirsek ideolojik hate gotubêj kirin, kesekî pirsa kurd wek babetek girîng ne nirxand û heta ji binî behsê jî nekir. Ji bo vê yekê ha Dersim ha bajarek li qiraxê devera Trakya qet ferq tuneye.

Hinek aliyên siyasî yên Tirk bi gelek zanebûn pirsa kurd tenê bi HDPê ve girêdidin, di bingehê xwe de ev derdor gelek bi zanebûn vê yekê dike û naxwazin pirsa kurd li ser bingehê Kurdistanîbûnê bê gotubêj kirin. Ji bo wan pirsa Kurd ne pirsek netewîye, tenê pirsek civakiye.

Ji bo vê cardin gelek mixabin Dersim li Kurdistanêye , lê ne Kurdistaniye, Dersim kurd e lê ne kurdpewerin , Dersim li ser bingehek îdeolojik û mezhebî siyasetê dike.

Dersim nawenda sosyalizmê ye……Ne nawendek Kurdistaniyê ye….Sosyalizma Dersimê neteweyiya Kurdeyatiyê red dike…..

6.4.2019
Dara Bilek

Back to top button