Polîtîk

Divê demildest dawî li çalakîyên xwekujî û girevên birçîbûnê bê anîn

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê):

Divê demildest dawî li çalakîyên xwekujî û girevên birçîbûnê bê anîn

Girêvên birçîbûnê ku ji alîyê Parlamentera HDPyê Leyla Guven va, bi gotara ”Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalanî bê rakirin’ hatibû destpêkirin û bi beşdarîya gelek kesên di girtîgehande ne û li derve jî didomin, bi çalakîyên xwekujîyê êdî dirûveke din girtîye. Heta niha, mixabin, 8 kesan dawî li jîyana xwe anîn. Heke mudaxele lê neye kirin, teqez e ku ev hejmar dê zêde bibe.

Ne hewce ye bê gotin ku peywira însanî, wijdanî ya her kesên ku ji xwe re dibêje ez însan im ev e ku parastina mafên herî rewa, demokatîk û mirovî yên girtîyên sîyasî yên li girtîgehan de ne bike. Sicîla Komara Tirkîyeyê di vê mijarê de jixwe tê zanîn. Dewleta ku bi taybetî li hember girtîyên sîyasî hiqûqa xwe jî binpê dike, di roja me de jî li ser polîtîkaya xwe ya dij-însanî bi îsrar e. Hem rewşa fizîkî ya girtîgehan hem jî mewzûatên wan cezakirineke dubare li ser girtîyên sîyasî disepîne.

Lêbelê, bi daxwazên ku KCK û HDPyê derdixin pêş, girêvên birçîbûnê û çalakîyên xwekujîyê, mijar anîye wê asta ku ji armanca xwe dûr bikeve. Bi gotara ‘Ez ê Tirkîye demokratîze bikim’  meriv mirovan bide kuştin çi qasî şeş be; bo rakirina tecrîda li ser Ocalanî kişkişandina mirovan ber bi mirinê ve jî bi wî qasî şaş e. Tu polîtîkayên tecrîdê, bi qasî  jîyana ciwanekî ku mafê soza li ser jîyana xwe ji destê wî tê sitandin, nikare bibe girîng!

KCK di dawîn daxuyanîya xwe de dibêje ‘Ew kesên ku van çalakîyan pêk tînin deynên xwe bo Abdullah Ocalanî didin’

Beyî ku em bikevin ti analîzên bîrdozî, sîyasî û însanî ên di derbarê van çalakîyan de, beyî ku em hewce bibînin vê daxuyanîya dûrî aqilan a KCKyê şîrove bikin, tekane gotina li ser van çalakîyên ku bi naveroka xwe, bi şêwaz û wext û armancên xwe ji serî heta binî şaş in û zirarê didin keç û xortên me û mirovên me ev e: Çiqas zû ji şaşî û zirarê bifilitî ewqas baş e. Divê demildest dawî li çalakîyên xwekujî û girêvên birçîbûnê bê anîn.

Rijdîya HDP û KCKyê ya li ser vê şaşîyê, piştgirîdana wan a bo vê çalakîya şaş û zirardar, dê bibe rijdîyeke ku webala wê dê giran be.

Gotarên kesên ku çalakîyên xwekujîyê teşwîq dikin û piştgirîyê lê dikin û gotarên wan kesên ku bi awayekî plankirî sîyaseta xendek û barîkatan pêk dianîn, çiqas dişibin hev!

Lê dîyar dibe ku, piştgirîdana grêvên birçîbûnê û xwekuştinan a ji alîyê wan

Em dibînin ku wan kesên bi nezanî piştgirî didan sîyaseta xendek û barîkatan,  îro jî piştgirîyê didin vê helwesta girvên birçîbûnê û xwe întîxar kirinê. Ma ev ne nîşana wê ye ku van kesan ji texrîbat û zerarên xendekan hîna jî ders dernexistine, ma emê vê yekê çawa bê şîrove bikin?

Em bangî rêvebirên KCK û HDPyê dikin: Beyî ku xwe bi helwesta Dewleta Tirkîyeyê bigirin, demildest dawî li van çalakîyan bînin!

Em bangî hemû endam û alîgirên KCK û HDPyê, derûdorên ku piştgirên wan in û di serî de malbatên girtîyên sîyasî, em bangî hemû gelê xwe dikin ku di vê mijarê de dengê xwe bilind bikin û ji bo demildest dawî li van çalakîyan bê anîn, helwesteke zelal nîşan bigirin. 

Bêguman, parastina mafê jîyanê ya her zindanîyekî, di berpirsîyarîya Dewleta Komara Tirkîye de ye. Ji sersarîya li hember xwekuştinan dîyar e ku dewlet peywirên xwe yên di vî warî de nayîne cih.

Dewleta Tirkîyeyê, beyî ku xwe bispêre hincetekê, bi taybetî li ser grêvên birçîbûnê û xwekuştinan, bi gelemperî jî divê demilest dawî li sîyaseta xwe ya êrîşkar ku azadîya fikir û birêxistinbûyînê binpê dike û şerî gur dike û li dijî kurdan e bîne; azadî û mafên hemû girtîyên li zindanan mîsoger bike.” 06.04.2019

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

 

Back to top button