Nivîsar

Hilbijartinek li Tirkiye çê bû

Vê hilbijartinê di deng danê de gelek nîqaş û naqok çêbûn. Lê gotinekî pêşîyan heye dibêjin: “Zor zanê û zêr zanê û tivinga dev bi mohr zanê. Ê hûn hemî zanin xwedyê zor û zêr û Tivinga dev mohr kîye, hûn zanin. Lê tiştikin dibere hene hinek Qanun û carna bahsa edaletê jî dikin. Lê ê ku bahsa edaletê dikin kîne? Ewê qelsin, qels van tişta dibêjin.
Hinekan kar jî kirin û xisar jî kirin û hinekan jî xisara wan ji karê wan mestir bû, û hinek jî karê wan ji xisara wan mestir bû. Lê belê her kes ji gelê Kurd sûdê digrê, çep û rast atayîst û şeytan jî, ji Kurda sûdê digirê, lê Kurd xwe bi xwe fêdê ji hev dû nabînin. CHPê bi dengê Kurda çend bajarê mezin bidest xistin.

Erdoxan jî bi dengê Kurda bû partiya yekemîn li Tirkîya. Heta MHPê jî bi dengê Kurda çend beledî bidest xistin wî jî aferimek da Kurda!
Emê bejin hilbijartin bi dawî bû lê ê ku gelek dengê xwe kêm kirin kîne? HDPê gelek kêm kir. Lê birîna mezin Şirnex kelha Kurda bû yanî a HDPê bû dêrîna xwe winda kir. Şîrnek, Bîtlîs û Agirê,Dêsim Kelha Mûşê ev tevan ji dest dan, lê bo çî? Ev ji dest dan tev ji xeletîyan, xeletîyên pêşî welatê xwe xera kirin xanyê feqîrê xwe xera kirin. Bûne sebebê wê ku fitû ji Erdoxan re çêbû cî û warê Kurda bi piranî jî ê feqîran hilweşand, gelê me perîşan bû, gel dil sar bû, bi xwe de pûnijîn bi birînê xwe de hisan din.

A duduwan mezinê HDPê Tirkin bi piranî Tirkin peyvekê bi Kurdî na axivin. Madem ku hûn li welatê Kurda xebatê dikin û hûn dengê Kurda distînin bi Kurda hûn diçine wê miclisê hinekî bi zarê Kurdî jî biaxivin hinek bahsa ûrf û adet û dîrokê Kurdî jî bêjin bahsa Kurd û Kurdîstan jî bikin, bi Kurdî, ji bonî ku Kurd jî bêjin va ev Kurdin bêjin em partiya Kurdane, hingî emê zanibin ku hûn Kurd in.

Wexta ku hûn bêjin em ne partiya Kurdane em partiya Tirkîyê ne, hingî miletê Kurd jî dibêjin madem kî partiya Tirkîne em bidne kê ferk nîne Erdoxan jî Partîya Tirkîyaye û hem jî xwedîyê Tirkîyeye belkî ew çêtir karibê qencîne bi me bikê dengê xwe didine AKPê.
Emê derbasî mijara din bibin Zilamê Erdoxan ku dinav rêxistina Kurda de feşartî li ser navê Kurdîtîyê îşê xwe dimeşênin ewan berê vî gelê Kurd dana Anatolya Navîn ewan ko emê van Asîmîle bikin bîşaf bikin û wan bikne hevalê xwe. Lê dibêjin, hesabê mal û sûkê lev dernakevê ev Kurdê ku birin Metrepolê Tirka tevan bûne Cehepe bûne Kemalîst tevan dengê xwe dan CHPê bi dengê Kurda bajarê wekî Sitenbolê û Enqerê Antalya Edenê Mêrsînê tev bi arî karîya Kurda Kemalîsta bi dest xistin.

Hinek Kurdê HDPê dibêjin: “Oooo em bi serketin me bajarê mezin ji Erdoxan sitandin. Min kot: “Lawo we bajarê mezin ji xwe re nestandin e we ji Kilîçdar Oxlu re sitandin e. Dibêjin, ma ferq çîye ha me sitan û ha CHPê ferq nakê. Min jî got, ha raste hûn taşronê Kemalîsta ne, ew piroja ku Mustefa Kemal û Ismet Inûnû û Feyzi Çekmek çêkiribûn niv rê mabû hûnê wê temam bikin. Hûnê vî gelê Kurd bikne Tirk.

HDPê bi xwe ku çiqas xisar jî bikê ew her dibêjên,em serketîne. Ku çi jî bi gelê Kurd werê, talan bibin koçber bibin çî warê wan hilweşin sergom bibin Hedep dibêjê, em serketin. Dengê wan bi nîvî bûne,beledîye ji sisîya yek çû Şîrnex kelha Kurda bû, ji dest dan wê na hesibêni. HDP wesfê xwe didê dibê me Sitambol û Anqara ji Erdoxan sitad, serkevtina CHPê ji xwe re hesab dikin.

Erdoxan jî gelek bexteware ji ber ku dengê hedepê kêm bûn û çar pênc navbedî ji wan sitandin. Kilîçdar Oxlu jî gelek bi kêfe çend cîyê gelek girînk ji AKPê sitandin kêfa wî jî li cîye. Lê ka HDPê çi bi dest xistiye ku xwe dinepixênê dibê, em bi serketin. Kama ev serkeftin çawane? Gelê wan têne kuştin dibêjin, em bi serketin, koçber dibin dibê em bi serketin, cî û warê wan xera dibin dibê, em bi serketin. Ê ku bi serneketin kîne? Ka wana nîşanî me bikin bê ev kîne?

Ewqas haw haw û ewqas vir û derew, ew zirt ew pirt tev xelas bûn. Tev wekî fisê gura pûç bûn. Îca ka dawî çi derket? Kê kar kir kê xisar kir? Ê helbeta hinakan kar kir û hinekan jî xisar kirin. Ewê ku zêde derew û vir dikirin bi serneketin ew bi wan derew û virên xwe xesirin. Hinakan jî bi wan derew û wan zirtê xwe bi xapandina gela bi serketin. Ewana kar jî kirin û xisar jî kirin, bo çî hem kar û hem xisar kirin? Emê hûrgulîyên wê jî bêjin. Evanê ku zor dan derewan û hin bi zirtan û hin xapandin, evan li dinyayê qezenç kir, lê li axîretê xesirîn û gelek jî xesirîn!

Ev gelê Tirk heger çiqas derew û vira dikin jî ku netewa wan hemen licimî ew tevan nîjad perestin Tirkperwerin, welat parêzin, ne welat firoşin, fêrisin û camêrin. Ne hewceye ku mere xelkê piçûk bikê û xwe mezin bikê wekî nepoxa vala!

Back to top button