YNK: PDK û YNK li hev kirin

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Umer ragihand ku PDK û YNK gihiştine jihevfêmkirineke hevbeş û pirsgirêkeke wan nemaye, piştî çend rojan dê rêkeftinê îmze bikin.

Letîf Şêx Umer di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku piştî rêzecivînên sift û peywendiya berdewam a navbera herdu şandên danûstankar a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro piştî nîvro di navbera Serok Barzanî û Kosret Resûl de peywendiyeke telefonî çêbûye û got: “Em herdu şand me karî bi rêya peywendiyê ve bigihîjin jihevfêmkirineke bingehîn a hevbeş ji bo cihê YNK û pêgeha YNKê di sîsema hikumraniya Herêma Kurdistanê de bi serokatiyan û hemû wezaret û desteyan.”

Umer eşkere kir: “Biryar e di van rojên nêzîk ên li ber me de dariştina dawî ya rêkeftina me û birayên me yên PDKê li ser vê mijarê were îmzekirin û bi dawî bibe. Îro jî ji bo destpêkirina proseyê biryar hat dayîn ku fraksiyona me di rûniştina parlementoyê de beşdar bibe û piştre jî li ser sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê weke pêngava yekem biryar hat dayîn.”

Letîf Şêx Umer amaje bi wê yekê kir ku beşdariya YNKê di hikûmetê de dê bi bandor be û ev jî hatiye cîgirkirin.

Îro rûniştina Parlementoya Kurdistanê ji bo encamdana xwendina duyem ji bo projeyasaya aktîvkirina saziyên Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve çû. Fraksiyona YNKê jî yekem car beşdarî rûniştina parlementoyê bû.

Nerîna min :