Kultur

Mezintirîn festivala Newrozê li bajarê Akrê

Mezintirîn festivala Newrozê li bajarê Akrê Başûrê Kurdistanê

Amadekarî hatîne kirin ku îsa di roja 20 adarê mezintirîn festivala Newrozê li bajarê Akrê li Başûrê Kurdistanê bê saz kirin û bi hezaran tûrîst û xelkê deverê di wê festival da beşdar bin.

Komîteya amadekariya festival ku ji ciwanên bajêr bi navê, Newrozvan, pêk tên ev du mehin amadkariyan dikin û heta niha nêzîkî hezar meşxel û alayekê Kurdistanê yê gelek emzin  amadekirine ku roja 20 vê mehê dê hezar kes wan meşxelan bi destên xwe bilind bikin û ber bi keleha Akirê serkevin û dema digehin ser kopîtka çiyayî dê wê alaya rengîna Kurdistanê bi ser kelhê da ber bi jêr da bedin.

Back to top button