Polîtîk

Newrozê Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind dibe

Li gora nûçeyek ku Rûdawê de hatiye belav kirin, Partiyên Kurdistanî li hev kirine, ku di êvara roja 20ê Adarê de, sala nû ya Kurdî û herwiha bîranîna salvegera serhildana sala 1991 a li dijî rejîma Beisa Iraqê, bi agirê Newrozê û bilindkirina Ala Kurdistanê,  li bajarê Kerkûkê pîroz bikin.

Bilindkirina Ala Kurdistanê û hemû logo û sembolên siyasî û kulturî yên Kurdistanî, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 li Kerkûkê hatine qedexekirin.

Partiyên Kurdistanî ragihandine ku merasîma cejna Newrozê û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê dê bi hemahengiya li gel hêzên ewlehiyê yên wê parêzgehê bê lidarxistin.

Welatiyên Kerkûkê jî xwe ji cejna Newrozê re amade dikin û bazara dikanên cilûbergên Kurdî li Kerkûkê xweş bûye.

Fuade Sûr yek ji welatiyên Kerkûkê dibêje: “Kurd vê rojê weke roja azadiyê bi nav dike, azadî ye bo vî milletî, em weke Kurd nabe ku boneyên xwe yên netewî bidin alî ji ber berjewediyên partiyan.”

Ji bilî Kurdan, pêkhateyên din ên bajarê Kerkûkê jî beşdariyê di merasima Newrozê de dikin û cilûbergên Kurdî li xwe dikin.

Elî Mihemed, welatiyekî Ereb e û ji Rûdawê re dibêje: “Cilûbergên Kurdî gellek xweşik in û naskirî ne. Bi kêfxweşî ve birayên me yên Kurd li xwe dikin, ew cilûberg gellek xweşik in.”
Partiyên Kurdistanî li baregeha Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bo dema zêdetir ji demjimêrekê li hev civiyan û piştî civînê ragihandin: “Em dê agirê Newrozê li ser Kelha Kerkûkê vêxin û dê Ala Kurdistanê jî bilind bikin.”

Berpirsê Melbenda Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Kerkûkê, Îbrahîm Xelîl ji Rûdawê re ragihand: “Niha em li pêşwaziya helkevta Newrozê û raperîna (serhildana) bajarê Kerkûkê ne. Careke din em ji xelkê Kerkûkê re dibêjin ku em dê vê helkevtê bi yekrêzî lidar bixin û dê merasim li ser Kelha Kerkûkê be. Em dê hemû tevde û bi Ala Kurdistanê vê helkevtê pîroz bikin.”

Partiyên Kurdistanî bo lidarxistina wê merasimê, bi fermî Komîteya Ewlehiyê ya Parêzggeha Kerkûkê agahdar kirine û tekez dikin ku rêgirî li merasimên Newroz û Raperînê nayê kirin.

Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê, Rewend Mela Mehmûd di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ti kesî rêgirî li vê yekê nekiriye ku em Newrozê nekin û kesê negotiye ku naba em Ala Kurdistanê bilind bikin, berovajiyê wê, em dê Ala Kurdistanê jî bilind bikin p sala bihorî jî me Ala Kurdistanê bilind kir û me Newroz jî li hemû xelkê Kurdistanê û Kerkûkê jî pîroz kir. Bi ti awayî rê li me nehatiye girtin û ez piştrastim jî ku rê nayê girtin.”

Piştî sala 2003, Kurdan her sal merasimên bîranînê yên raperînê û herwiha agirê Newrozê li Kelha Kerkûkê lidar dixin. Bo wê yekê, meşxeleke mezin a agirê Newrozê li ser Kelha Kerkûkê hatiye bicihkirin. Herwiha xelk di nava tax , kûçe û kolanên bajêr de jî vê cejnê pîroz dikin.

Back to top button