Polîtîk

Arinc: Şivan jî tê

Bulent Arinc cîgirê serokwezîrê Tirkiye bernameyek ya CNN Turk de amade bû û li ser rojevê dîtinên xwe gotin. Berpirsa bernamê ji Arinc pirsî:

-Piştî Kemal Burkay vegeriya Tirkiye helbesta wî gelek tê gotin.

Arinc: Ka bila Şivan werê û stranên xwe bêje hingê bibîne dê çewe çêbe.

Pirs: Şivan kengê vedigere?

Arinc: Wê Şivan jî werê. Ka bila iklîm bête guhertin wê werê û stranên xwe bêje. Ez berê dijê Nazim Hikmet bûm.Lê niha ez  ne welê me. Ez çûm Rusya û min serdana qebra wî kir û helbestek wî li ser qebra wî xwend..

Back to top button