Kurdistanek bihêz pêwistî bi karîzimayên bihêz heye-Nêçîrvan Barzanî
Kurdistanek bihêz pêwistî bi karîzimayên bihêz heye
Rola serkirdeyan yan siyasiyan ji bo binyatdanana welatekî bi hêz gelekî girîmg e. Nexasime eger ew kesayetî xwedî tecrûbe û serbûr bin, ji berku îdareyek baş pêwistî bi çendîn pîvanan heye ku xizmeta giştî ya hemwelatiyan bi başî bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî ew kesayetîyeye ku ji gelek aliyan ve bûye cihê bawerî û mitmana xelkê Kurdistanê. Di nexweştîrîn demê de, taybetî di dema ambargo û abloqayên siyasî û aborî li ser Kurdistanê heyî, ew karî Kurdistanê ji wê nexweşiyê ber bi başbûnê ve bibe û bi hêztir jî bike.
Dema çêbûna nakokiyên siyasî, di hemû waran de, di navbera aliyên siyasî de, Nêçîrvan Barzani wek endezyarekî şareza kariya wan nakokiyan bibîne û baş binirxîne. Li ser vê yekê hemû problaman bide aliyekî û li gora berjewendiyên xelkê tevbigerê.
Ji aliyê partiyatiyê ve jî, dibe ku gelek kadroyên PDK ne li gel wê yek bin ku deriyê danûstandina digel hinek aliyên din bê vekirin. Ji berku di demê xwe de wan grup û aliyên siyasî dijatiya destxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê kirine. Lê ji bo destkeftiyên miletê kurd ji dest neçin, Nêçîrvan BarzanÎ bi siyaseta xwe ya hekîmane deriyên diyalogê yên girtî vekirin û bi vê yekê miletê kurd jî gihand qonaxek baştir. Rêkevtina PDK û YNK mînaka herî dawî ya ber bi çav e. Gelek cara ne girînge ku kî kîjan postê werbigire. Ya girîng ewe ku, xelkê Kurdistanê ji aliyê derûnî ve aram bibe û hest bi dilrehetiya xwe ya siyasî bike. Ew Kurdistana ku xelk dixwaze bi hêz bibe pêdivî aqil û zanebûnek bi hêz heye.
Herêm bi giştî û Iraq bi taybetî çavrêyê li guhertinên mezin dike. Ew guhertin çi cografî bin û çi aborî û siyasî bin, divê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve haziriyek baş bê kirin. Divê ji bo her egerekî hazirbin, da ku bikaribin pêşwaziyê li her guhertinekî bikin û tecrûbeya herêma Kurdistanê biparêzin.
Ji bo qerebukirina ziyan û nexweşiyên çar salên borîn, xelk çavrê dike ku, siyaseta giştî li ser bingehên akademî bê dariştin ku problema aborî, siyasî , civakî û rewşenbîrî dubare bikeve li ser rêya xwe ya rast. Rola partî û dezgehên civakî yên sivîl, zanko û bingehên lêkolina gelekî girînge. Ev yek hemû pêwistî piştevaniyek bi hêz ya serkirdeyên siyasî heye ku bizanibin bi çi awayî xizmeta xelkê bê kirin.
Li vira xalek din ya girîng heye, ew jî hebûna merceiyeta siyasî ye. Ev yek dibe sedemek mezin Ji bo rawêşKirin û dariştina biryarên rast di dema rast de. Gelek çaverê li guhertinên mezin dikin, Lewma divê me haziriyên mezin ber dest hebin. Di vê em hemû ji bo avakirina Kurdistanek bi hêz , zanebûn û plandanên baş amade bin.
Remezan Kêvlî