Li Tirkiye azadiya çapemeniyê binpê dibe
Konseya Ewropayê di derbarê Azadiya Çapemeniyê de raporek amade kir.Li gora vê raporê Tirkiye gelek yasayên ku azadiya çapemeniyê binpê bike derêxistiye.
Ev rapor ji aliyê konseyên medyayê yên li 12 welatan ve hatiye amade kirin. Konseya Avrupayê ji bo parastina rojnemevana Platforma Parastina Rojnemevana sala 2015ê damezirandiye û 12 welat bi temamî pişgiriya vê platformê dikin.
Li gora lêpirsîna van welatan û platforma parastina rojnemevana ev rapor hatiye amade kirin.
Platformê 92 pirs ji Tirkiye kirine û heta niha yek bersivek jî ji Tirkiye wernegirtiye.
Di raporê de sala 2018ê ji welatên endamê Konseya Ewropayê ji 32 welatan 140 bûyerên ku mafê çapemeniyê binpê kirî hatine tesbît kirin.
Rapora îsal hatî amade kirin de rewşa Tirkiye, Rusya Macaristan û Italya berfireh hatiye nirxandin.
Di raporê de behsa hinek binpêkirina mafên çapemeniyê dike û ev çend xal ji wane.
Welatê ku herî zehf rojnemevan di girtigeha de Tirkiye ye.
92 cara bala Tirkiye hatiye kişandin, lê di vê derbarê de tu bersivek nedaye.
Temuza 2018î Rewşa Awarte li Tirkiye dawî bûye, lê hêja çapemenî di bin guvaşek mezin de ye.
Sala 2018ê zêdeyî 200 rojnemevan ji bo nûçeyên ku ragihandine hatine girtin.