pêşmerge vedigerin Kerkûkê
Serkirdeyekî PDKê ragihand ku hefteya bê dê pêngavên vegera Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 destpê bikin û tekez dike ku hevahengî û başbûna rewşa wan navçeyên Kurdistanî girêdayî serdana Serok Barzanî ne ku beriya demekê çûbû Bexdayê.
Roja Dûşema 4.2.2019 şandeke pilebilind ji Wezareta Bergîriyê ya Iraqê serdana Hewlêrê kir û ligel Wezareta Pêşmerge civiya û di wê civînê de li ser komîteyekê lihev kirin.
Endamê Serkirdayetiya PDKê û Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî tekez kir ku pêngavên vegera Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî li gorî biryarên wê komîteyê ne.
Nûrî Heme Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di rojên bê de dê ew komîte biryara xwe bide, ku Hêzên Pêşmerge ligel hêzên Artêşa Iraqê li kîjan navçeyan bihevre bin. Hefta bê dê biryar bê dan.”
Elî wiha domand: “Ew biryar hevdem e ligel başbûna rewşa siyasî ya Kerkûkê û vegera Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û vekirina navendên PDKê û hildana ala me li ser navendên PDKê, ku ew yek hemû bi hev girêdayî ye. Cîbicîkirina wê rêkeftina Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Iraqê dê pêngav bi pêngav be û dê hemû xalên wê bên cîbicîkirin, ku hemû navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 dê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ve bên parastin.”
Wî endamê serkirdatiya PDKê got ku çêbûna rêkeftinê li ser navçeyên Kurdistanî û hebûna hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmegre û artêşa Iraqê û herwiha normalkirina rewşa Kerkûkê vedgerin ji bo serdana Serok Barzanî ya berê demekê bo Bexdayê û civîna wî ligel berpirsên Iraqê.”
Nûrî Heme Elî ragihand: “Di serî de dê Heşda Şeibî û hêzên zêde ji navçeyên Kurdistanî derkevin û dê lîwaya 61 a ser bi serokwezîrê Iraqê û Hêzên Pêşmerge cihê wan bigrin, ew jî ji bo parastina xelkê wan navçeyan bê cudahî.”