Civak

Balefirên Tirkiye 25ê mehê dest seferên Silêmaniyê dikin

Wezîrê veguhastinê yê Tirkiye Cahit Turan da xûyakirin ku, qedexeya li ser balefirxaneya Silêmaniyê radibe û roja 25.01.2019ê seferên navbera Stanbul û Silêmaniyê de destpê dikin.

Cahit Turan da xûyakirin ku, di heftiyê de 7 sefer di navbera Stanbul û Silêmaniyê de pêkwerin. Herweha wezîrê veguhastinê yê Tirkiye daxûyaniya xwe de got: Ji roja 17.10.2017ê ve hemû seferên li ser xeta ezmanî ya Tirkiye ji bo Bakurê Iraqê dihatin kirin hatibûn sekinandin. Em niha cardin dest van sefera dikin.

Lê tê zanin ku Tirkiye bi mebaste ku YNK arikariya PKKê dike û gelek baregehên PKKê li Silêmaniyê hene seferên Silêmaniyê ne dikira. Li ser vê yekê Tirkiye hinek daxwazî ji YNKê kir. YNK piştî destpêkir ku baregehên PKKê girtin û li himber PKKê hinek îcraat wergirtin cardin seferên navbera Stanbul û Silêmaniyê destpê kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button