Parlementoya Iraqê û zimanê kurdî
Parlementoya Iraqê de zimanê kurdî hêdî bi fermî dê bête karanin.
Hinek parlementerên kurd dixwazin axavtinên xwe di parlementoyê de bi zimanê kurdî bikin. Herweha ji bo herkesek têbigihe wergerandina zimanê kurdî ji bo erebî pêwiste. Ji bo vê jî parlementoyê biryar da ku ji bo wergerinadinê karkmenda bigre û jorên nu ji bo wergerandinê pêkbîne.
Ev yek li ser daxwaza parlementerekî yê PDKê di parlementoya Iraqê de pêkhat. Di vê derbarê de parlementerê PDKê Mihemed Şakir got: Min di civînek ya parlementoyê de gotara xwe bi kurdî xwend. Min got ku ev mafê mine ku ez kurdî biaxivim.Serokê parlementoyê ji min pirsî: Em çewe vê pirsgirêkê çareser bikin?Min got divê em hinek kesan ji bo wergera ziman bêxin kar.
Di destûra Iraqê de li ba zimanê erebî zimanê kurdî jî wek zimanê fermî tê qebûl kirin. Parlementerên kurd civînên parlementoyê de û civînên qabineya hukumetê de dikarin bi zimanê kurdî axavtina bikin.