Civak

Koça dawî ya Mihemed Mela Qadir ziyanek mezin bû

Serok bi minasebeta wefata  endamê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mihemed Mela Qadir peyamek ya sersaxiyê ragihand.

Peyama Serok Barzani:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemekî zêde ve me nûçeya koça dawiya têkoşer û xebatgêrê gelê me Mamosta Mihemed Mela Qadir bihîst. Mamosta Mihemed Pêşmergeyekî dêrîn û kesayetiyekî şoreşgêr û niştimanperwer bû ku rola wî li xebata siyasî û karê hizbayetiya gelê me û bi taybetî li qonaxên cûr bi cûrên xebat û dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê de diyare û li kar û erkên xwe da herdem mînaka destpakî û rastgoyî û niştimanperwerî bû. Ji destdana Mamosta Mela Mihemed ziyaneke mezine û bi vê helkefta xemgîn de serxweşiyê li xwe û malbat û kesukarên xwedê jêrazî û cemawerê PDK û xelkê Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Mamosta Mela Mihemed bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
15.01.2019

Back to top button