
Mihemed Mela Qadir wezîrê berê yê ewqaf û karûbarên olî li kabîneya yekem û duyem yên hikûmeta Kurdistanê û endamê berê yê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, roja 15.01.2019 koça dawiyê kir. Bi vê boneya bi kovan û xemgîn, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyameke sersdaxiyê da ji malbata xwedêjêrazî Mihemed Mela Qadir, sersaxîyê dixwaze û xwedêjêrazî bi mînaka xweragiriyê dide nas kirin.
Peyama sersaxiyê:
Ji bo Malbata xebatkerê naskirî mamostea Mihemed Mela Qadir
Koça dawiyê ya xebatkar, pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê, wezîrê berê yê ewqaf û karûbarên olî li her du kabîneyên yekem û duyek yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û endamê berê yê polîbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, em xemgîn û dilgiran kirin. Bi vê boneyê ez, ji bo we yên birêz, xizim, serkirdayetî û hemû endamên Partiya Demokrata Kurdistanê û gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwaz im.
Mamosta Mihemed Mela Qadir di rojgarên gelek sext û dijwar da, du salan piştî damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, dest bi xebata siyasî kiriye û yek ji wan kesan bû yên ku ciwanên Deşta Hewlêrê teşwîq dikirin ku berê xwe bidin kurdatiyê û bikevin nav çalakiyên kultûrî û rewşenbîrî da. Bi berdwamî têkelkirina bawerya qayîm ya olî digel canê kurdatiyê, baweriya xelkê Kurdistanê bi şoreş û armancên şoreşa Kurdistanê bihêztir û berfirehtir dikir.
Mamosta Mihemed mela Qadir, piştî şikestina şoreşa Îlonê, di jiyana koçberiyê û jiyana pêşmergatiyê de minaka xweragiriyê bû. Piştî serhildana sala 1991ê weke wezîr di kabîneya yekem û duyema yên hiûmeta Herêma Kurdistanê da, weke yekemîn û balatirîn saziya medenî û ysayî ya desthilata bicîkirinê li Kurdsitanê, beşdarî kir. Ew şanazî hêjayî xebata Mamosta Mihemed mela Qadir bû.
Navê Mamosta Mihemed Mela Qadir di dîroka şoreşên Kurdistanê û pirosesa siyasî û demokrasî ya Kurdistanê da dê bizîndî bimîne. Caneê mamoste şad be û sebir û aramiyê ji b hemûyan dixwaz im.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kuridstanê
15.01.2019