Polîtîk

Divê hikûmeta nû ya Kurdistanê bilez bê avakirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê piştî bi civîna wan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tê de gotin ku ew daxwaz dikin hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bilez bê avakirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku herdu şandan bi berpirsiyarî û lihev têgihiştina pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê liser esasê çaksaziyê gotûbêj kirine. Herwiha herdu aliyan biryar daye lîjneyeke ava bikin liser beşdarî û pêkanîna hikûmetê bo têgihiştina PDKê û Goranê.

Herwiha herdu aliyan gotine ku divê rê li îradeya xelkê bê girtin û pêwîst hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bilez bê avakirin û hêj proseya siyasî paş nekeve.

 

Back to top button