Polîtîk

Ez li dijê yekalî ragihandina xweseriya demokratikim

Parlementerê serbixwe Altan Tan li dijê ilankirina “ Xweseriya Demokratik “ derket.

Wek tê zanîn Kongreya Civata Demokratik di civîna xwe ya dawî de 6 demjimêra li ser ilankirina “ Xweseriya Demokratik“ gengeşe kir. Piştî civînê parlementera BDP-ê û hevseroka KCD aysel Tugluk “ Xweseriya Demokratik“ ilan kir. Endamê KCD Altan Tan piştî civînê di derbarê ilan kirina xweseriya demokratik de ji rojnama Tarafê re axivî.

Di vê derbarê de Tan got: Ez dijê yekalî ragihandina xweseriya demokratîkim. Min dîtinên xwe di civînê de jî gotin.Gelo ev proje ji raya giştîya Tirk re hatiye vekirin? Gelo kurdên ku dengên xwe dayin Ak Partiyê çikas ji vê yekê agahdarin û me çikas kariye em vê yekê bi wan bidin famkirin? Me naveroka xweseriya demokratik ji kesekire negotiye , dê cîhan çewe pêşwaziya vê bike. Rastiyek heye ku, Erdogan û hukumet gelê kurd nasnake, dixwazin bi mafên şexsî vê pirsê çareserbikin.Lê em neçûn parlementoyê û me ev pirs li gel kesekî gengeşe nekir. Ev biryarek gelek bi lez hatiye standin. Min di civînê de jî ev tişt gotin û muxalefeta vê biryarê dikim.

Back to top button