Şahîn: Dê operasyon berdewam bikin
Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Îdrîs Naîm Şahîn, piştî operasyon û şerê li navçeya Farqînê ku 13 leşker hatin kuştin, ragehand ku wê operasyonan berdewam bikin û bi awayekî tehdîtwarî got: “Bila her kes hişê xwe bîne serê xwe.” Şahîn herwiha behsa derketina agir jî kir û got: ”Ew şewata ku derket wan canên ku winda bûne dîsa bi paşve nayîne. Lêgerîna sedema wê tiştekî naguherîne.”
Piştî duh li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê operasyon derket û di operasyonê de 13 leşker hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn, wezîrê navxwe yê Tirkiyê Îdrîs Naîm Şahîn bersiva pirsên rojnamegeran da.
Şahîn ragehand ku wê operasyon berdewam bikin û gef li derdorê xwar. Şahîn, diyar kir jiyan berdewam e û kes nikare rota jiyana wan biguherîne û wiha axivî: ”Em bi êşa xwe rehmetê li şehîdên xwe tînin. Jiyan berdewam e. Em ê li aliyekî cenazeyên xwe rakin û li aliyê din xebatên xwe berdewam bikin. Agirê di operasyonê de derket çima û çawa derket ne zêde girîng e. Ew şewata ku derket wan canên ku winda bûne dîsa bi paşve nayîne. Agir bi bombeyê yan bi tiştekî din. Lê şewat derketiye û jiyana xwe ji dest dane. Lêgerîna sebeba wê tişteki naguhere.”
Şahîn gef jî li derdorê xwarin û got: “Bila her kes hişê xwe bîne serê xwe. Ev welatekî azade. Mirovê hişê wan nîne tenê dikare bêje azadî nîne.”
Şahîn li ser îlankirina Xweseriya Demokratîk ya KCDê jî wiha axifî: “Dema her bûyerek pêk tê geşedanên din jî pêk tên. Di jiyanê de tenê geşedanek pêk nayê. Mirov nikare bûyerekê bike destpêka bûyera din.” (Rûdaw)