Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kerîm Esied Seîdxan şîretmendê taybet û serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî li ser tawanên rêxistina DAÎŞ li Îraqê û şandeya pê re kir.
Kerîm Seîdxan ji Serokwezîrê Kurdistanê re behsa kar û çalakiyên tîma xwe kir û got ku ew, bi hevkariya her du hikûmetan; hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona amadekirina nexşerêya encamdana erkên xwe kar dikin. Ew tîma navdewletî di çarçoveya biryar û raspardeyên Encumena Ewlekariya Navdewletî kar dikin û tawanên DAÎŞê jinûve kom dikin û bidekomet dikin daku tawanbarên DAÎŞê lêpirsîn pê re bê kirin û bigihin cezayên xwe.
Nêçîrvan Barzanî got ku, destpêkirina kar û çalakiyên Tîma Lêkolînên Navdewletî li ser tawanên DAÎŞê li Îraqê cîyê dilxweşiyê ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeya bi her awayî hêsankarî û hevkariyê bi wê time re bike.