Cîhan

3 milyon û 500 hezar xwendekar di rewşeke xerab de ne

Xwendekarên zanîngehên Îranê, kur û keç, di rewşeke gelek xerab de dijîn û rojane ji aliyê sziyên emnî yên komara Îslamiya Îranê ve tên control kirin.
Li gor nûçeyeke malpera Spiegelonlin a almanî, 3 milyon û 500 hezar xwendekarên zanîngehên Îranê di nexweştirên qonax de dijîn.

Spiegelonlin dinivîse ku gelek caran Ehmedînejad serokomarê Îranê behsa parastina mafê jinan dike, lê rastiya jiyana xwendekarên keç li zanîngehan, bersiveke baş e bo gotinên Ehmedînejad ku 2 milyon xwendekarên keç weke zîndaniyan li zanîngehan dixwîn in û hertim di bin çavdêriya saziyên emnî de ne û bi metodên nemirovane miamile bi wan xwendekarên keç re tê kirin.

 Li gor raporê, di van du salên dawiyê de hijmareke zêde ya mamoste û profesorên Liberal li zanîngehan ji kar hatine dûrxistin.

Xwendekarên zanîngehan ji Spiegelonlin dibêjin ku li gelek beş û kolêjan xwendekarên kur û keç ji hev hatine cuda kirin û desthilat dixebite daku dîwarekî di nevbera wan de ava bike.

 

Back to top button