Civak

Serok Barzanî cejna Êzdiyan pîroz kir

Serok  Barzanî di peyamekê de cejna Rojiyên Êzî li li Îzidiyan pîroz kir. Serok di pyama xwe de dibêje: Şanazî ye ji bo me hemûyan ku Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye û divê bi himmeta hemû aliyekî em vê birayetî û pêkvejiyanê kûrtir û berfirehtir bikin.

Peyama Serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Rojiyên Êzî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Êzdiyên li Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdarim ev cejin destpêka şadî û aramî û bexteweriya hemû xuşk û birayên me yên Êzdiyan be ku di demên derbasbûyî bi sedema êrîş û zulma terorîstan rastî karesat û koçberî û êşan bûn.

Şanazî ye ji bo me hemûyan ku Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye û divê bi himmeta hemû aliyekî em vê birayetî û pêkvejiyanê kûrtir û berfirehtir bikin.

Cejna we pîroz û hêvî dikim hûn herdem cejnên xwe di xweşî û aştiyê de pîroz bikin.

Mesûd Barzanî
13.12.2018”

Back to top button